Parlamenterê HUDA PARê Dînç: Ji bona parastina zarokên me divê di mîhwera malbat-dibistan-camîyê de xebatekî bê destpê kirin

Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç ku di Sazîya Giştî ya Meclîsê de destûrê xwest, bal kişand ji bona ku zarok nebin wek amûrekî sûcê divê di mîhwera malbat-dibistan-camîyê de xebatekî bê destpê kirin.

Serokê Polîtîqayên Ciwanî û Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, li gorî daneyên TUÎKê bibîr xist ku hejmarê zarokên di sala 2022yan de ji teref Midurtîya Giştî ya Ewlehîyê ve hatine girtin li gorî sala borî ji sedî 20,5 zêde bûye û derketîye 601 hezar û 754 kesan.

Dînç diyar kir ku ji vana jî 5 hezar û 981ên wan ji 11 salî biçûktir in, “Zarokên ku kaşê sûcê tênê kirin bi birîndarkirin, dizî, bi xwarin an jî firotina tiryakê derdikevin ber hêzên ewlehîyê. Ev tablo nîşana civakê ye ku her roj dejenere dibe. Ji bona sedemên ku berîya zarokên me didin sûcan bên rakirin û ji bona ku zarokên me nebin wek amûrekî sûcê mesulîyetên hemû kesan hene. Bi tundî lazimatî ji mekanîzmeyekî menewî re heye. Ji ber vê yekê divê bi lez bû bez di mîhwera malbat-dibistan-camîyê de xebatekî bê destpê kirin û tedbîrên hewce jî bi lez bên girtin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çeteyên îşxalê heta serê sibehê Refah bombe kir
Li Xezzeyê hejmara şehîdan bû 35 hezar û 303
Rejîma sîyonîst li Xezzeyê ji 100î zêdetir alim û akademîsyen şehîd kirin
Evîndarên Pêxember: Divê dev ji zimanê mehkûmiyetê berdin, stratejiyên rast bên meşandin
Qursa Qur'anê ya zarokan hat girtin