Parlamenterê HUDA PARê Dînç ji Misirê bang kir: Divê Deriyê Refahê were vekirin

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Parlamenterê Mersînê Faruk Dînç beşdarî tevgera wijdanê ya navneteweyî ku li Misirê bi daxwaza gihandina alîkariya mirovî bo Xezzeyê û vekirina Deriyê Sînor ê Refahê hat lidarxistin bû.

Dînç, ku ji bo balkişandina ser wehşeta li Xezzeyê çû Misirê, diyar kir ku mirovên wijdanî yên ji welatên cuda li herêmê civiyan û gotin, "Em li vir in ku bibin dengê gelê Filistînê."

"Em ê beşdarî vê meşê bibin da ku dengê birayên xwe bidin bihîstandin"

Dînç diyar kir ku mirovên hesas ji deverên cuda yên cîhanê li dijî trajediya mirovî ya li Xezzeyê li hev civiyane û got, "Armanca me li vir vekirina Deriyê Sînor ê Refahê ye, rizgarkirina birayên me yên li Filistînê ji qirkirinê û piştgiriya wan e. Ji çar aliyên cîhanê, ji komên etnîkî û dînên cuda mirov hatine vir. Em li vir in ku piştgiriyê bidin tevgera wijdanê ya navneteweyî."

Dînç tekez kir ku divê em li hember qirkirina ku gelê Filistînê dijî bêdeng nemînin û wiha domand:

"Em ê beşdarî vê meşê bibin da ku dengê xûşk û birayên xwe bidin bihîstandin. Bira hene ku dixwazin li vir bin lê nikarin. Erka wan jî ew e ku raya giştî biafirînin. Divê çalakiyên ku li ser platformên medyaya civakî û deverên din têne lidarxistin werin piştgirîkirin."

"Divê em hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin"

Dînç tekez kir ku doza Filistînê adil û rewa ye û gotinên xwe wiha bi dawî kir:

"Armanca me ya herî mezin ew e ku em vê qirkirina li Filistînê rawestînin û dengê doza adil û rewa ya Filistînê bidin. Ji bo ku em li dijî vê qirkirina ku ji hêla sîyonîzmê ve tê kirin bisekinin, divê em hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar