Dînç di kongreyê de ku parlamenterên ji çar aliyên cîhanê beşdar bûn axivî û diyar kir ku ew ji bo şikandina dorpêça li ser Xezzeyê û ji bo piştgirîkirina doza adil û rewa ya Filistînê li hev civiyane.
Dînç got, "Fîloya Cîhanî ya Sumudê niha li behrê ye, keştîyên me yên wijdanî diçin û tên. Hêvîdarim ku îro li vir biryarên berbiçav werin dayîn."
"Parlamento karên xwe bi têra xwe baş nakin"
Dînç bal kişand ser berpirsiyariyên girîng ên parlamentoyan di vê pêvajoyê de û bal kişand ser sedema bingehîn a seferberiya înîsiyatîfên sivîl û got, "Sedema sereke ya ku keştîyên wijdanî îro li behrê ne, di rastiyê de ew e ku parlamentoyan wezîfeyên xwe bi têra xwe bi cih neanîne."
"Divê biryar ji bo rawestandina qirkirinê werin girtin"
Dînç tekez kir ku divê endamên parlementoyê zextê li parlementoyên welatên xwe bikin da ku gavên berbiçav ji bo rawestandina qirkirina li Xezzeyê bavêjin.
Dînç bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir:
"Di dawiyê de, bila ez vê bêjim; bi taybetî niha, Fîloya Cîhanî ya Sumud li ser behrê ber bi Xezzeyê ve diçe. Ewlehiya wan berpirsiyariya hemû meclîs û parlementoyan e." (ÎLKHA)