Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç: Hemû tiştên ku qumar û fuhuş in divê werin qedexekirin

Alîkarê Serokê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Faruk Dînç, diyar kir ku hemû tiştên ku zerara wê ya civakî heye wek tiryak, qumar, fuhuş û eraq divê werin qedexekirin.

Parlamenter Faruk Dînç, di Meclîsê de axivî û bang kir tiştên ku nifşê îfsad dike bila werin qedexekirin.

Dînç ragihand ku divê tiryak, qumar, fuhuş û eraq nifşê îfsad dikin û got, “Bav zarokê xwe, ewlat dîya xwe qetil dike; di nav orta kolanan de mirov têne kuştin. Ciwanîya me hebo hebo ji destê me derdikeve. Bi vî warî divê hemû reqlamên ku hemî tiştên qumarê xweş nîşan didin werin qedexekirin. Qanûnî an jî neqanûnî ya qumar û fuhşê tineye, divê hemî şeklê wan werin qedexekirin.”

Faruk Dînç destnîşan kir ku ji bo eraqa ku dîya hemî xerabîyan e çêkerên qanûnî werin kirin, “Divê micadeleya bi tiryakê an jî eraqê re tê kirin li ser maseyê tenê neyê kirin, divê were derketin li seha û taxan; gavên ku van pirsgirêkan ji kokê ve çêdikin werin avêtin. Mirovên ku ji karên raya giştî re têne girtin bila ji testa tiryakê werin derbaskirin. Bi taybetî ji baronên tiryakê re cezayên giran werin dayîn.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Banga berfirehkirina perwerdehiya bi zimanê zikmakî ji Eğitim-Bir-Senê
Divê welatên garantor tavilê mudaxele bikin
Li Şirnexê çinîna genim û ceh dest pê kir
Diyarbakır de dıgela vaşi de adiri ters da
Ji Nûneriya Çinarê ya Weqfa Sêwiyan ji bo 61 malbatên sêwî alikariya goştê sor