Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç ji nîşandana rengên alaya Emrîkayê li ser Pira FSMê bertek nîşan da

Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, derbarê ronîkirina Pira Fatih Sultan Mehmet bi rengên ala Emrîkayê de got, "Bi hêzên gerdûnî yên ku bi torên qirêj ên wekî Epstein ve girêdayî ne re dostaniyek çênabe. Divê ev şaşî tavilê were rawestandin."

Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji wêneyên ku Pira Fatih Sultan Mehmet ji bo 4ê Tîrmehê Roja Serxwebûna Emrîkayê bi rengên sor, spî û şîn tê ronîkirin re bertek nîşan da.

Dînç got, "Di 15ê Tîrmehê de, me li Pira Şehîdan a 15ê Tîrmehê, rast li kêleka Pira Fatih Sultan Mehmet, li dijî darbekarên ku ji hêla Emrîkayê ve dihatin piştgirîkirin şer kir û me canê xwe da û şehîd bûn. Bi vê yekê, ew nakokiyeke nayê qebûlkirin ku Pira Fatih Sultan Mehmet bi rengên ala Emrîkayê were xemilandin. Hêzên cîhanî yên ku bi torên qirêj ên wekî Epstein ve girêdayî ne, ti dostaniya wan tune ye; tenê berjewendî û planên wan ên xapînok hene. Armanca wan a rastîn plankirina tunekirina me ye. Divê ev bêaqilî tavilê biqede." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

4 kes birîndar bûn
Li Çiyayê Agiriyê şahiyeke dîtbarî
Çolig de kamyonet erjiya şiveri: 3 merdeyi, 2 dırbetıni
Li Pira Dehderî kûçikê avê hat dîtin
Masîvanê ku di Çemê Batmanê de winda bûbû mirî hat dîtin