Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç: Li Filistînê wehşeta qirkerên îşxalkeran dewam dike

Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, di Meclîsê de ji bo axavtinê destûr xwest û bal kişand ku li Filistînê wehşeta îşxalkeran berdewam dike.

Serokê Polîtîkayên Ciwanî û Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, derheqê qirkirina li Filistînê de axivî.

Dînç destnîşan kir ku li Filistînê wehşeta qirkerên îşxalkeran berdewam dike, zarokên ku di parqê de dileyîzin, mesumikên ku bi patenan xwe dişemitin, malbatên ku di konan de dimînin, birîndarên ku bêderman mane, divê Meclîs ji bo Xezzeyîyên ku ji alîkarîya însanî mehrûm mane re mesulîyetê bigre û gavên ku bi çavan têne dîtin bavêjin.

Dînç weha got, “Ji teref îsraîlê îşxalker ve qirkirin berdewam dike. Li ber çavê dinyayê ji salekî zêdetir e qirkirinekî tê kirin. Zarokên ku di parqan de dileyîzin têne qetilkirin. Qîzika 6 salî ya bi navê Hîntê hate qetilkirin û qetlîamên ewakî berdewam dikin. Zarokên ku bi patenê xwe dişiqitînin têne qetilkirin. Mixabin îro van tiştan li ber çavê dinyayê tê kirin. Dayîk bi tevî qîz û kurê xwe ji nexweşxaneyê re sipartibûn. Li wê derê konekî vekiribûn. Wan konan hatin hedefgirtin û di wê çadirekî de dayîk, qiza wê û kurê wê bi zindî şewitîn, bûn wek xwelîyê. Qala mafê pîrekan dikin her roj li Filistînê pîrek têne qetilkirin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê