Parlamenterê HUDA PARê Ramanli mexdûrên erdheja Semsûrê ziyaret kir

Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli û heyeta li gel Komîsyona Erdhejê ya HUDA PARê li Semsûrê mexdûrên erdhejê ziyaret kirin û li pirsgirêk û derdên welatîyan gohdarî kirin.

Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli û heyeta pê re ji Komîsyona Erdhejê ya HUDA PARê li Semsûrê di çarçoveya ziyareta herêma erdhejê de hinek zîyaretan kirin.

Ramanli û heyeta pê re çûn gundê Kaşkoya mezrika Bakraça Semsûrê, li pirsgirêk û derdên welatiyan ên bi salan nehatine çareserkirin gohdarî kirin û ji rayedaran re notên xwe girtin.

Şênîyên gundê Bakraçê ku welatiyên lê hê jî di konteyniran de dimînin ji heyeta HUDA PARê re gotin; daxwazên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe ragihandin.

Gundîyên Bakracê ku îfade kirin ew ji ber lihevnekirina şaredarî û rayedaran hinek mexdûrîyetan dijîn, ji ber zîyareta HUDA PARê jî ji wan re sipasîyan kirin.

Ramanli û heyeta pê re piştre li gorî rêzê; Seredana Komeleya Karkerên Înşaatê, Odeya Bazirganî û Pîşesazî û Federasyona Muxtaran zîyaret kirin.

Heyeta HUDA PARê di van ziyaretan de pirsgirêkên piştî erdheja 6ê Sibatê û pirsgirêkên ku nehatine çareserkirin gohdar kirin û notan girtin.

Wekîlê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli der barê pirsgirêkên ku welatiyan ji wan re anîn ziman de weha gotin: "Ev felaket e, Xwedê neyne serê tu kesî, lê dema ku bibe divê em bi hev re encamên wê ji holê rakin. Divê em dawî li felaketê bînin. Siyaset ji bo xizmetkirina gel heye, ne ji bo pozbilindiyê ye, ne ji bo qezençkirina menfeatê ye. Em hewl didin ku xwe bigihînin cihên ku ji destê me tê û di destê me de ye. Em ê heta ku ji destê me tê, bi rayedarên Semsûr û Enqereyê re hevdîtinê bikin, pirsgirêkên ku ji me re hatine şandin çareser bikin."

Hat hînbûn ku Wekîlê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli û Komîsyona Erdhejê ya HUDA PARê dê sibê li Semsûrê hinek ziyaretên dinê jî bikin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê