Parlamenterê HUDA PARê Şahzade Demîr: Ev bûyer nîşan da ku pêşnîyaza me çiqas muhîm e

Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr di Sazîya Giştî ya Meclîsê de axivî û destnîşan kir ku divê kovara bi navê “Lemanê” ku Pêxemberê me hedef girtîye bêceza nemîne.

Demîr, îfade kir ku weşanên ku nirxên dînî hedef digrin û weşanên provokatîf bikartînin ji ber sedema cezayên dûr ku tu kesê natirsîne wêrektîyê digrin.

Demîr, îfade kir ku ev hereqeta qirêj a li dijî nirxên dînî hatîye kirin, nîşan daye ku pêşnîyaza wan a ku ji Meclîsê re teqdîm kirine çiqas muhîm û hewce ye.

“Me li hember fiîlên ewakî teklîf kir ku cezayên giran bêne anîtin”

Şahzade demîr, destnîşan kir ku ew di pêşnîyaza ku ji Meclîsê re pêşkêş kirine di nav xwe de cezakirina sûcên li dijî nirxên dînî dihewîne, “Kilêreke bi navê Lemanê di bin navê kêfkirinê de karîkatûreke ku Hezretê Pêxember hedef digre da weşanê. Malumê weye ku, weşanên ewakî û wek vêya ku heqaretê li pîrozbahîyên me dikin, ji kêmasîya sîstema hiqûqê wêrektîyê digrin. Wek HUDA PARê me hefta borî qanûnek pêşnîyaz kiribû ku bila li hember sûcên ewakî cezayên giran bêne dayîn ku bila tu kes cesaret nîşan nede ji bo tiştekî ewakî.”

“Ev bûyer nîşan daye ku pêşnîyaza me çiqas mûhîm e”

Parlamenter Şahzada Demîr bang li hemû wekîlên ku di parlementoyê de ne kir û weha got, “Ev bûyera dawîn nîşan daye ku pêşnîyaza me çiqas mûhîm e. Ev pêşnîyaz, bersiva civaka ku ji bertek û daxwazîyên mafdar ên cuda ku pêk têne berte ye. Divê çalakîyên ewakî ku li dijî nirxên dînî têne kirin bi midexeleya bi biryardarîya otorîteya raya giştî bê cezakirin. Bi vê wesîleyê ez balan dikşînim ku divê pêşnîyaza me ya ku pêşkêş kirîye bê qanûnkirin û ji hemû wekîlan jî dixwazim ku bila destekê bidin me.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar