Parlamenterê HUDA PARê Serkan Ramanli: Em pêvajoya “Tirkîyeya Bêteror” wek firseteke dîrokî dinirxînin

Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli di Meclîsê de derheqê pêvajoya “Tirkîyeya Bêteror” de daxuyanîyeke çapemenîyê li dar xist.

Ramanli di daxuyanîyê de got, “Em wek HUDA PARê, ji tesîskirina aştîya nav welat û biratîyê re hemû mesulîyet û înîsîyatîfî digrin ser milê xwe, em bibiryar in ku ji hemû teşebûsên çêker re destekê bidin.”

“Ji bona ku pêvajo bighêje serfirazîyê divê ji xeletîyên berê ders bêne girtin”

Ramanli îfade kir ku Tirkîye 40 sal e di nav gelemşeya şîddetê de ye û êş û janên giran jîyaye, “Em wek HUDA PARê, vê pêvajoya ‘Tirkîyeye Bêteror’ gelek biqîmet dibînin û weha dinirxînin ku ev pêvajo wek firsedeke dîrokî, biqîmet û divê bê piştgirîkirin e. Ji bona ku pêvajo bighêje serfirazîyê divê ji xeletîyên berê ders bêne girtin û gavên biryarder bi samîmî bêne avêtin.”

“Tewra provokekirina herêmê ya rejima terorê ya sîyonîst, di warê zerardayîna ji vê pêvajoyê re de talûkeyên ciddî di nav xwe de dihewîne”

Ramanli gavên ku ji bo tesfîyekirina rêxistinê têne avêtin wek “pêvajoya zor û zehmet û krîtîk” nirxand û weha berdewam kir, “Zimanê ku pêvajoyê jehrtir bike, gengeşîyên herêmê û midaxeleyên derve rîskekî ciddî derdixe holê. Geşedanên li Sûrîyeyê û tewra provokekirina herêmê ya rejima terorê ya sîyonîst, di warê zerardayîna ji vê pêvajoyê re de talûkeyên ciddî di nav xwe de dihewîne”

“Ji bona ku aştî bê tesîskirin em ji hemû mesulîyetan re amade ne, bibiryar in ku ji hemû teşebûsên çêker re destekê bidin”

Ramanli bang li hemû partîyên sîyasî kir û got ku mesulîyetan bigrin ser xwe, dûre îfade kir ku ew ê ji komîsyona ku li Meclîsê bê damezrandin re destekê bidin:

“Bila bê zanîn ku; bêdengbûna çekan û çareserkirina pirsgirêkan a di zemîna sîyasetê de, daxwaza hevpar a gelê me ye. Em wek HUDA PARê, ji tesîskirina aştîya nav welat û biratîyê hemû mesulîyet û înîsîyatîfî digrin ser milê xwe, bibiryar in ku ji hemû teşebûsên çêker re destekê bidin Divê êdî şîddet hakim nebe, edalet hakim be; divê êdî zimanê pevçûn tinebin, zimanê çareserkirinê hakim be.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar