Parlamenterê HUDA PARê Serkan Ramanli, fitara xwe bi Rihayîyan re kir

Parlamenterê HUDA PARê Serkan Ramanli, li Rihayê beşdarî bernameya fitarîyê bû û bi tevî teşkîlatên partîya xwe û ciwanan re hat cem hev.

Ji bernameya ku li navçeya Xelîlîya Rihayê hat tertîpkirin re serokên STKyan, akademîsyen, nivîskar, rojnamevan, endam û dildarên partîyê beşdarî bûn.

Ramanli di bernameyê de axavtinek kir û bal kişan ku divê alema Îslamê zilma ku li Xezzeyê tê kirin jibîr neke.

Ramanli di bernameyê de weha axivî:

“Ya Rebbê min! Neheqîyên ku di dilê me de û di derveyê dilê me de hene, zilma ku bi me re heye ji me bibe. Di navbera me de aşîtî, biratî, qewet û piştgirîyê zêde bike. Xezzeya me niha birîneke me ya ku xwîn jê diherike ye. Filistîn, ne tenê doza me, an jî Misilmanan e, ew doza hemû însanîyetê ye. Em ji Xwedê daxwa dikin ku bila Remezanê bike wesîleya xelasîya xûşk û birayên me.”

“Bila êdî şerê bira biqede û xwîn neherike”

Ramanli destnîşan kir ku divê Misilman û hemû însanîyet di nav aştîyê de bijîn, “Weka ku em ji bo Filistînê, ji hemû rûyê erdê re van daxwazîyên xwe dixwazin ku bila êdî aşîtî çêbibe. Bila êdî şerê birayan bisekina, xwîn neherike. Van rojan wan rojan in, em ji nû ve hêvîdar dibin. Em ji xwe re edaletê, biratîyê, piştgirîyê û razîbûna Xwedê bikin armanc. Bila gotinên me başîtî be, emelê me baş bin, bi îzna Xwedê ew ê Xwedê jî ji me re başîtîyan bike nisîb.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno