Parlamener Ramanli ji bo “Komxwebata Aştîya Zorane ya Tirkîyeyê” ku Navenda Lêkolînên Rûdawê tertîp kir, çûbû Herêma Kurdistanê.
Ramanli, di çarçoveya zîyaretê de bi partîyên sîyasî û rîspîyan re hevdîtinê kirin.
Serkan Ramanli bi Serokê Eşîra Xoşnavê Newzat Enwer Beg re zîyaretek li dar xist, û bi mezinên eşîra Xoşnavê re sohbetê kir.
“Ji bo meseleya Kurd bingeha çareserîya adil aştîye”
Lijneya Ramanli dûre çû Ofîsa PDK-S û ji teref Sekreterê PDK-Sê Mihemmed Îsmaîl, endamên GÎKê Saît Omer û Hakîm Beşar, Endamê Komîteya Navend Muhammed Şîrîn ve hatin pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de derheqê rewşa mewcud a Sûrîyeyê û siberoja wî, pêvajoya nû ya ku li Tirkîyeyê hatîye destpêkirin, qewetkirina têkilîyan û başkirina rewşa Kurdên li Sûrîyeyê de danûstandina fikran hat kirin. Ramanli di hevdîtinê de got ku “Ji meseleya Kurd re bingeha çareserîya adil aştîye” û got ku partîya wî di warê alîkarîya gihandina vê hedefê de çi rol li ser milê wî bikeve amadeye ku bigre ser milên xwe.
Maddeya herî pêş a hevdîtinê “Pêvajoya Tirkîyeya Bêteror”
Serkan Ramanli û lijneya bi wî re Yekgurtû jî zîyaret kirin û ji teref Dr. Muhammed Hawdîyanî, Dr. Lokman Baskederî, Dr. Fuad Ahmed û Mexdîd Hermezyar ve hatin pêşwazîkirin. Di zîyareta li Yekgirtûyê jî derheqê pêvajoya nû ya li Tirkîyeyê, rewşa sîyasî ya li Herêma Kurdistanê, nerîna gel a ji vê pêvajoyê re û têkkilîyên herdu partîyan de îstîşare hat kirin.
Di lijneya HUDA PARê de Serokê Têkilîyên Derve Huseyîn Îmîr, Endamê Sazîya Îstîşare ya Navend Nasuh Sevînîk û ji Temsîlvanîyên Hewlêrê Mucahîd Şîmşek. (ÎLKHA)