Parlamenterê HUDA PARê Serkan Ramanli meaşê xwe ji bo Kurdên Rojava bexş kir

Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli bi bexşandina mûçeya mehekê bersiva banga alîkariyê ya ji bo sivîlên ku li Rojava ji cih û warên xwe bûne da.

Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanliyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ew piştgiriyê dide qampanyaya alîkariyê ya Weqfa Êtîman ji bo sivîlên ku ji pevçûnên li Rojava tesîrdar bûne.

Ramanlı bi îqtibaskirina posteke medyaya civakî ya Fikrî Karavîl, serokê Weqfa Êtîman, Karavîl ji ber hesasîyeta wî pîroz kir.

Ramanlı tekez kir ku divê mexdûr û bindest bi tenê neyên hiştin û bi bexşandina mûçeyê parlamenterî beşdarî qampanyayê bû.

Ramanli li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev daxuyanî parve kir: "Birêz Serokê min, ez ji ber hessasîyeta we we pîroz dikim. Ez her wiha mûçeya mehekê didim û her kesî vedixwînim ku bi qasî ku ji destê wan tê piştgiriyê bidin me. Xwişk û birayên me ne bi tenê ne." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya Darayêni Çoligi de adiro ke cayê vaşine de veciya, amê kışene
Ji pisporan li dijî germên bi şewat hişyariyên krîtîk
Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû
Îşkence li zindanên rejîma sîyonîst berdewam dike
Di mezûnîyetê de ji ayeta Xwedê re tehemul nehat kirin