Parlamenterên HUDA PARê, bi Wezîr Bayraktar re pirsgirêk û daxwazîyên Êlihê gotubej kirin

Parlamenterê Êlihê Serkan Ramanli, Parlamenterê Mêrsînê Faruk Dînç û Parlamenterê Entabê Şahzade Demîr, bi Wezîrê Kehnîyên Tebiî û Enerjîyê Alparslan Bayraktar re hevdîtinê kirin û pirsgirêk û daxwazîyên karkerên TPAO û Êlihê anîtin ziman.

Sê wekîlên HUDA PARê, ji bona ku dawxazî û pirsgirêkên Êlihê teqdîm bikin bi Wezîrê Kehnîyên Tebiî û Enerjîyê Alparslan Bayraktar re hevdîtinê kirin.

Ramanli derheqê hevdîtinê de daxuyanî da û weha got:

“Em bi Parlamenterê me yê Mêrsînê Birêz Faruk Dînç û Parlamenterê me yê Entabê Birêz Şahzade Demîr re bi Wezîrê Kehnîyên Tebiî û Enerjîyê Alparslan Bayraktar re hevdîtinek lidar xist. Me bi Wezîr re meseleyên:

- Zêdekirina heqê kokê yê xebatkarên TPAOyê û heqê mesaîyên wan ên zêde,

- Kontrolkirina cezayên ku ji teref fîrmaya belavkirinê ve ji aboneyên erdgazê re têne birîn,

- Ji cotkaran re dayîna desteka ceryanê hevdîtin kir, daxwazî û gilîyên xelkê xwe teqdîm kir. Em ê şopînerê çareserîyê bin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno