Parlementerê Mersînê yê HÜDA PARê Faruk Dinç, di daxuyaniya xwe de pirsgirêkên binesazî, enerjî û avê yên ku di serdanên gundên Çinarê de bi xwe dîtine û ji aliyê welatiyan ve jê re hatine ragihandin anîn ziman.
“Li navçeya me Çinarê 40-50 sal in heman pirsgirêk berdewam dikin”
Dinç behsa mexdûriyeta welatiyên Çinarê kir û weha got: “Pirsgirêkên gundên navçeya me Çinarê hema bêje wekî hev in. Pirsgirêkên wan ên bi DEDAŞê re hene, pirsgirêkên rê, binesaziyê û hewcedariyên wan ên ava paqij hene. Lê tevî vê yekê jî ev hewcedarî hê nehatine dabînkirin û welatî di astekî giran de zehmetiyê dikişînin. 40-50 sal in heman pirsgirêk berdewam dikin, bi rastî êdî divê ev pirsgirêk bi dawî bibin.”
“Erka bingehîn a şaredariyan xizmet e”
Dinç di berdewamiya daxuyaniya xwe de weha peyivî: “Yek ji karên herî giring ên şaredarî û rêveberiyên herêmî ev e ku ji van pirsgirêkan re çareseriyê bibînin. Şaredarî ne cihê siyasetê ne, cihê şaredariyan cihê xizmetê ye. Mixabin, ne ku em li şaredariyan xizmetê bibînin, rojên dawî êdî navên şaredariyan bi bertîlê (rüşvet) tê naskirin û şaredarî bi mijarên ne li gorî exlaqê tên ser rojevê. Sînorê ku, erka bingehîn a şaredariyan xizmetkirin e.”
Mersîn Milletvekilimiz Faruk Dinç, navên gundên ku li Çinarê bixwe serdana wan kiriye û mexdûriyetên wan ji kursiya Meclîsê yek bi yek rêz kirin û bang kir ku ev pirsgirêk werin çareserkirin.
Li Çinarê Pirsgirêkên Binesazî û Xizmetê yên ku bi Salan e Berdewam dikin:
Barê: Welatiyan pirsgirêkên giran ên bi DEDAŞê re ragihandin û îddîa kirin ku DEDAŞ li gorî kêfa xwe muameleya qaçaxiyê li wan dike.
Gogwerî: Pirsgirêka rê heye. Rêya Wêranşar - Qilwa yek-alî ye û têrê nake; daxwaz dikin ku bibe du-alî. Herwisa temamkirina xebatên rêya kemberê ya Diyarbakırê ya ku li devera Tellîkaya û Sarîdaliyê nîvco maye tê xwestin.
Daxwazên Piştgiriya Sewaldariyê: Welatiyên ku sewaldariyê (hayvancılık) dikin ji bihayê kayê gazindan dikin. Dinç got: "Welatiyên gundên derdorê bi giranî sewaldariyê dikin. Avakirina kargehên şîr û berhemên şîr li wir pir giring e. Herwisa daxwaz dikin ku Wezareta Çandinî û Daristanê li herêma Qerejdaxê xebatên çandina şitilan bike û daristanên nû ava bike."
Xirbêsîtil: Pirsgirêka kanalîzasyon û binesaziyê heye. Ava lixavê (lağım) wekî xwe diçe hundirê gund. Ev rewş tendurustiya xelkê gund û ya ajalan dixe rîskê. Ji bo ava baranê jî daxwaza binesaziya drenajê heye.
Alabaş (Êxliya): Min bixwe li wir lêkolîn kir. Çemek di gund re derbas dibe û gundiyan bi derfetên xwe pireke qulqulî (gözenekli) çêkirine. Dema baran dibare lehî radibe û nexweşê diyalîzê nikare biçe nexweşxaneyê. Li benda kêmkirina avê dimînin. Em di sala 2026an de dijîn, ne di salên 1910an de. Heke gundiyek ji ber ava baranê nikaribe biçe taxa din, êdî gotineke din ku em ji bo şaredariyan bêjin namîne.
Mezra Hiçan (ser bi gundê Hûsûkayê ve): Pirsgirêkên binesazî û serbinesaziyê hene, rêyên wan xerab in. Li vê mezrayê li ser tepeyekê xebata madenê (maden çalışması) tê kirin û ev yek xelkê gund tedirghîn kiriye. Gundî dibêjin: 'Heke li vir maden were derxistin, divê em hemû vir biterikînin.' Tu gundiyek razîbûna xwe nade vê xebatê. Divê razîbûna gundiyan were girtin.
Qubik: Pirsgirêkên binesazî, serbinesazî, drenaj û pergalkirina hawirdorê hene. Sîstema kanalîzasyonê kêm e û ava pîs bi şêwazekî tendurust nayê avêtin, ev jî dibe sedema nexweşiyan. Rêyên wan xerab in; zivistanê herî ye û havînê toz e, divê ev rê werin asfaltkirin.
Delavgur) û Gurco: Welatiyekî bi navê Mehmet Salih Tatlı bi nameyekê pirsgirêkên xwe ragihandin. Bi kurtasî; pirsgirêka binesazî û serbinesaziyê heye, rêyên gund xerab in û zivistanê gihandin diaseke. Dîrek û xetên elektrîkê keon in, her gav elektrîk qut dibe. Dibistana gund prefabrîk û pir keon e, pêdivî bi dibistaneke nû heye. Ji bo rêyên gund daxwaza kevirên parkeyê dikin.
“Divê şaredarî di xizmeta her tax û gundê Diyarbakırê de be”
Dinç li ser gazindên welatiyan weha got: “Xelkê gund dibêjin: ‘Ji ber tercîhên xwe yên siyasî em xizmetê nabînin. Heke partiya din şaredariyê qezanj bike, xizmetê nade me.’ Şaredarî meqamê kê ye? Gelo meqamê partiyeke siyasî ye? Na! Divê Şaredariya Diyarbakırê di xizmeta her tax, gund û rêyên Diyarbakırê de be. Heke tiştekî din were kirin, cudahiya vê ji zilm û çileya rabirdûyê çi ye? Kîjan partî vê bike; çi AK Parti, çi CHP yan jî HDP/DEM, em hemûyan red dikin. Asla tiştekî weha nayê qebûlkirin.”
Gundê Gelîyêbukan û Mezrayên Wê: Pirsgirêka tora avê (şebeke suyu) û binesaziyê heye. Pirsgirêkên gihandin û rê hene. Pirsgirêka abonetiya elektrîkê ya 20 xaniyên li Yaylaya Bedroyê heye. Pirên rûxiyayî hene. Herêmeke xwedî 200 haneyî û 6 hezar nifûsî ye, daxwaz dikin ku tendurustgehek (sağlık ocağı) lê were çêkirin. Li derdora mizgeftê qadeke civakî dixwazin.
Mezra Mewtware: Pirsgirêkên binesazî û rê hene. Kêmasiyên mizgeftê hene.
Mezra Torç: Pirsgirêka rê heye, tamîrat kêm e û divê ev rê werin asfaltkirin.
Mezra Şargê: Ev mezra ji 40 haneyî pêk tê û pirsgirêka ava vexwarinê heye, bîreke sondajê dixwazin.
“Armanca siyasetê divê xizmetkirina ji bo gel be”
Dinç diyar kir ku wekî HÜDA PAR ew ê her dem pirsgirêk û daxwazên welatiyan bînin ziman û axaftina xwe weha bi dawî kir: "Erê, bi rastî siyaset ev e. Heke parlementerek wekî nûnerê partiyekê hatibe vê Meclîsê, divê pirsgirêkên gund, mezra û taxan bîne vir û pê re eleqedar bibe. Armanca siyasetê divê xizmetkirina ji bo gel be. Divê ji bo rê û binesaziya gel çareserî were dîtin. Heke îro di gundên 140-200 xaneyî de ava vexwarinê tune be, di vê Meclîsê de mijareke din a ku were axaftin tune ye. Berî her tiştî, divê em di astekî ku rûmeta mirovahiyê diparêze de avê bigihînin van welatiyan, rêyan çêbikin û çareseriyê ji pirsgirêkên wan re peyda bikin."