Parlementerê HÜDA PARê Şahzade Demir li Silopiyê bi welatiyan re hat bal hev

Milletwekîlê HÜDA PARê û Serokê Karên Siyasî Şahzade Demir, ê ku ji bo hinek hevdîtinan li Şirnexê bû, li Silopiyê bi welatiyan re hat bal hev.

Şahzade Demir ê ku Serokê Karên Siyasî yê HÜDA PARê û Milletwekîlê Dîlokê ye û hatibû Şirnexê, hinek serdan pêk anîn.

Demir ê ku dest bi serdanên navçeyan kir, li teşbîlata (rêxistina) navçeyê bi welatiyan re hat bal hev û yek bi yek bi wan re eleqedar bû. Paşê Demir û şandeya (heyet) pê re, ji bo tespîtkirina pirsgirêkên xelkê li cîhê wê, li gundewarên Silopiyê serdana welatiyan a li malên wan kir û derbarê pirsgirêkan de agahî girtin.

Vekîl Demir û şandeya pê re ku nimêja Înê li gundê Aktepeyê tevî welatiyan kirin, li gundê Aktepeyê bi xelkê re hatin bal hev. Demir û şandeya xwe ku dawî li hevdîtinên xwe yên li Silopiyê anîn, li bajaroka Kumçatiyê serdana welatiyên nexweş kirin û daxwaza derbasbûnê ji wan re xwestin.

Di serdanên wî de; Serokê Bajêr Emcet Yalçın, Serokê Navçeya Silopiyê Salih Gök, Serokê Navçeya Cizîrê Reşit Gözüngül, Serokê Navçeya Navendî Ramazan Genç, Serokê Baskê Ciwanan ê Bajêr Yusuf Kızılkaya û şandeya partiyê ligel Demir bûn (pê re bûn).

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Pirsgirêka trafîkê ya li Amedê êdî gihiştiye asteke aloz û xirab
Rêya Batman-Bismîlî de wesayito ke sebze û meywe bar bîyê, qelibî
Mafên mirovan li gorî konjonktûrê nayên sînordarkirin
Nîşaneyên nexweşiya Krupê
Weqfa Êtîman rojane li Xezzeyê belavkirina xwarinên germ didomîne