Partiya Sosyalîst a Kurdistanê serdana HUDA PARê kir

Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel serdana Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapıcıoğlu kir. Di hevdîtinê de li ser "pêvajoya bêçekkirinê" û çareseriyeke adil a mesela Kurd sekinîn.

Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Bayram Bozyel û şandeya pê re li baregeha partiyê serdana Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapıcıoğlu kirin.

Piştî civîneke girtî ku nêzîkî saetekê dom kir, her du serokan daxuyaniyek hevbeş dan.

"Em amade ne ku ji bo xêra milet çi fedakarî pêwîst be bikin."

Serokê HÜDA PARê Zekeriya Yapıcıoğlu got, "Îro şandeyek ji Partiya Sosyalîst a Kurdistanê serdana me kir. Em bi xêr hatina we dikin. Wekî ku hûn dizanin, îro li Parlamentoyê komîsyonek di derbarê pêvajoya bi navê 'Tirkiyeya Bê Terorê' de hate damezrandin. Navê vê komîsyonê 'Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê' ye. Me li ser vê û mijarên din nêrînên xwe parve kirin. Me li ser van xalan li hev kir: Bi îzna Xwedê, danûstandin û serdanên me dê berdewam bikin. Em amade ne ku ji bo xêra milet çi fedakarî pêwîst be bikin. Ez bawer dikim ku mêvanên me yên birêz jî bi vê yekê razî ne."

"Em bawer dikin ku devjêberdana çekan ji aliyê PKKê ve û bidawîanîna şer gaveke girîng e, lê çareseriyeke dadperwerane ji bo pirsgirêka Kurd hîn ne di rojevê de ye."

Dû re Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Bayram Bozyel axivî û spasiya Yapıcıoğlu û şandeya partiyê ji bo pêşwazîkirina germ û baldariya wan kir.

Bozyel got, "Çekdanîna PKKê û rawestandina şer gavên girîng in, lê çareseriyeke adil ji bo mesela Kurd hîn neketiye rojevê. Hewldanên ji bo neçarkirina PKKê ku çekan deyne divê bi perspektîfa çareserkirina mesela Kurd bi awayekî aştiyane û wekhev werin kirin. Em ji bîr nekin ku çek û PKK encama neçaresernebûna mesela Kurd in û nêzîkî 100 sal in zirarê didin hem Kurdan û hem jî Tirkan. Em hêvî dikin ku hemû partîyên li Tirkiyeyê (kurd û tirk, hem di nav parlementoyê de û hem jî li derveyî parlementoyê) di vê qonaxê de diyalogê bikin, da ku li ser nêzîkatîyên xwe yên li ser meseleyê li hev bikin. Bi vî awayî, ev meseleya me ya giran û dîrokî dikare were çareser kirin. Em di vê mijarê de bi hêvî ne. Em nêrînên hevkarên xwe yên HUDA PARê jî erênî û geşbîn dibînin. Em hêvî dikin ku ev hevdîtin berdewam bikin da ku em karibin piştgiriyek mezintir ji bo vê pêvajoyê û çareserkirina meseleya Kurd bidin."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar