Perlamenterê HÜDA PARê Faruk Dînç, di çarçoveya hevdîtinên xwe yên Dîyarbekirê de ku hat Bismilê, di nav du rojan de gelek ziyaret û hevdîtin pêk anîn.
Di ziyaretan de Serokê Bajêr ê HÜDA PARê yê Dîyarbekirê Zeynul Abidin Gülsever, Cîgirê Serokê Bajêr Mustafa Şenol, Serokê Navçeya Bismilê Abdülaziz Balık û heyeta bi wan re bi Dînç re bûn.
Muxtaran pirsgirêkên navçeyê vegotin
Dînç ê ku di bernameya taştê de ya ji bo muxtaran hate organîzekirin de hat cem hev, guh da pirsgirêk û daxwazên li tax û gundan.
Muxtar hewcedariyên navçeyê û bendewariyên welatiyan gihandin Dînç û ji bo ku çareseriya pirsgirêkên hatine ragihandin li ber saziyên peywendîdar bête şopandin, not hatin girtin.
Dînç diyar kir ku daxwazên ji qadê tên ji bo çareserkirina pirsgirêkên navçeyê girîng in û destnîşan kir ku dê xebat berdewam bikin da ku bendewariyên welatiyan bînin rojeva Meclisê.
Li gundan ji binesaziyê heta fatûreyên elektrîkê gelek pirsgirêk bûn rojev
Dînç ê ku çû ziyareta gundên Dirikê (Yağmurlu), Tepebarava (Tepe) û Sadiyê (Kurudere) yên Bismilê, bi şêniyên gundan re hat cem hev û guh da pirsgirêk û daxwazên wan.
Li gundê Tepebaravayê welatiyan; tevî pirsgirêkên gaza xwezayî, fatûreyên bilind ên elektrîkê, binesazî û kanala pîsatiyê, çûnûhatin û rêyan, tengasiyên aborî yên ku ciwan di zewacê de dikişînin jî anîn rojevê.
Dînç diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku ji wî re hatine ragihandin dê hewldanên hewce bên kirin û ev pêvajo dê bête şopandin.
Dînç di ziyaretên gundan de bi welatiyan re sohbet kir, di derbarê xebatên HÜDA PARê de agahî dan û bersiva pirsên hatine kirin da.
Di rojeva esnafên Bismilê de pirsgirêka rê û nexweşxaneyê heye
Dînç ê ku li Cadeya İstasyonê ya li navenda Bismilê esnaf ziyaret kirin, li işyeran geriya û guh da pirsgirêk û bendewariyên esnafan.
Esnafan bala xwe dikişandin ser pirsgirêka rêyan a li navçeyê, têrnekirina kapasîteya nexweşxaneyê û bandora marketên mezin a li ser esnafên piçûk.
Dînç diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku ji esnaf û welatiyan hatine dê hevdîtinên bi saziyên peywendîdar re berdewam bikin.
Karsazan pirsgirêkên aborî yên Bismilê nirxandin
Dînç ê ku bi karsazên Bismilî re jî hat cem hev, rewşa aborî ya navçeyê û pirsgirêkên herêmî nirxandin.
Di hevdîtinê de bandora zêdebûna bihayan a li ser jiyana aborî, girêdana madeyan û daketina temenê bikaranîna madeyên hişbir, naverokên medyayê û pirsgirêkên cûrbecûr ên Bismilê hatin gotubêjkirin.
Karsazan ji ber ziyareta wî spasiya Dînç kirin.
Ji Dînç ziyareta ji Qeymeqam Hasar re
Dînç, Qeymeqamê Bismilê Recep Hasar di meqamê wî de ziyaret kir.
Di hevdîtinê de pirsgirêkên ku li navçeyê hatine tespîtkirin hatin gotubêjkirin û hat diyar kirin ku di xala çareserkirina pirsgirêkan de divê saziyên peywendîdar hesasiyeta hewce nîşan bidin.
Bi malbatan re hat cem hev
Dînç di çarçoveya hevdîtinên Bismilê de malbatên Çelebi û Özgüç jî ziyaret kirin û bi rênîşander û mezinên malbatan re hevdîtin kir.
Di ziyareta ku bi malvaniya malbata Çelebi hat kirin de di derbarê xebatên HÜDA PARê de agahî hatin parvekirin û bersiva pirsên endamên malbatê hate dan.
Di ziyareta malbata Özgüç de jî li ser pirsên ku di derbarê rojeva navxweyî û derve de hatin kirin nirxandin hatin kirin.