Evîndarên Pêxember li Silopiyayê di salona konferansê ya dibistanekê de bi mijara “Her Malbatek Mektebek e” konferansek li dar xist.
Perwerdekar-Nivîskar Özkan Yaman ê ku di bernameyê de axivî, li ser girîngiya malbatê û nirxa jinê ya di Îslamê de nirxandin kirin. Yaman bal kişand ser hilweşîn û berdanên di malbatê de û got: "Di navenda malbatê de jin heye. Bi rastî gava em behsa malbatê dikin, em bêtir behsa jinê dikin. Çi bû ya ku hêlîn ava dikir? Di Tirkî de gotinek heye: 'Hêlînê çûka mê çêdike.'"
Yaman da zanîn ku heta salên 1900’î li hinek bajarên Ewropayê li bazaran ji bo lêdana jinan "dar" (sopa) dihatin firotin û heta salên 1700’î jî li Ewropayê destlêdana jinan a li Încîlê qedexe bû. Yaman di berdewamiya axaftina xwe de mînakên ku baweriyên batil û welatên rojavayî jinê tune dihesibînin, parve kirin.
"Derbarê jinê de tenê ramaneke paqij heye; ew jî Îslam e"
Yaman got: "Derbarê jinê de sîcîla her kesî xerab e. Ji bilî çi? Ji bilî Resûlullah selellahû we selem û Qur’ana Mubîn. Di mijara jinê de kesê ku sabiqaya wî tune be nîn e, kesê bêsuç nîn e. Di derbarê jinê de tenê ramaneke paqij heye, tenê dîneke paqij û têgihiştineke paqij heye. Ew çi ye? Qur’an e, Îslam e."
Yaman nirxa ku dînê Îslamê daye jinê wiha vegot: "Carekê Resûlê Xwedê selellahû we selem ji dayika me Hz. Xedîceyê re dibêje: 'Ey Xedîce! Silava Xwedê Azze û Celle li ser te be.' Kêliyek berê Cebrîîl hat û got: 'Xwedayê Teala silavê li Xedîceyê dike.' Ez behsa hedîseke sehîh dikim. Binêrin! Ma aqilê we vê dibire? Rebbê aleman, xwediyê hemû hebûnan, ji pişt heft tebeqên asîmanan Xwedê Azze û Celle silavê ji jinikê re dişîne. Silava Xwedê li Xedîceyê heye. Niha binêrin, eger yek ji vir bikeve hundir û bêje: 'Silava Serokkomar li te heye,' em ê hinekî xwe girîng bibînin. Nexwe eger yek bêje: 'Silava Hezretî Elî li te heye,' wallahî aqilê me dê hinekî biçe. Lê eger yek bêje: 'Silava Resûlullah li te heye,' aqilê me dê ji serê me bifire. Lê jinekê bînin ber çavên xwe... Jinek ku Xwedê Azze û Celle jê re silavê dişîne. Gava ew dayika me ya mezin vê dibihîze, radibe ser piyan. Naşidê, dîn nabe, aqilê xwe wunda nake. Ma hûn dizanin çi dibêje? Dibêje: 'Xwedayê min! Selam tu yî, selam ji te ye ey Rebbê herî bilind!' Û em vê di nimêjên xwe de dibêjin.
Hemû hecî heta qiyametê dema li dora Kaibeyê tewaf dikin, gora jinekê tewaf dikin. Mecbûr in gora jinekê tewaf bikin. Ew jin kî ye? Hezretî Hacer e. Çimkî dayika me Hacer li ber tenişta Kabeyê, li ber wî dîwarê xwar e. Em jê re çi dibêjin? Hîcr-î Îsmaîl. Ew di navbera wî dîwarî û Kabeyê de veşartî ye. Û em hemû mecbûr in gora dayika me Hacer tewaf bikin. Nexwe nebêjin 'jin e û derbas nebin'. Îslamê jin wisa bilind kiriye.
Pêxemberê me ferman dike: 'Çar jin hene ku jinên axretê û cennetê ne: Asiye, Meryem, Xedîce, Fatima…' Ey jinno! Gelek dersên ku hûn ji van bigirin hene. Lê qet nebêjin 'Ez ê bibim Meryem'. Çimkî Meryem ne jina dinyayê ye. Xedîce ne jina dinyayê ye. Hûn dikarin dersan ji wan bigirin lê hûn qet nagihîjin toza lingên wan. Lê dayika me Aîşe radîyallahû anha heye. Di hedîsa şerîf de çi dibêje? 'Nîvê dînê xwe ji Aîşeyê bigirin.' Em mecbûr in biçin cem dayika me Aîşeyê."
"Jin di mijarên wekî ragihandin, kûrahiya hestan û mezinahiyê de ji mêran çêtir in"
Yaman bi bîrxistina hedîsa "Jin wekî hestiyê parsûyê ye, heger tu bixwazî wê rast bikî, tu dê wê bişkênî," wiha peyivî: "Jin hestiyekî 'xwar' e. Ev xwarbûn ne kêmatiya wê ye. Her tiştê xwar nayê wateya kêmatiyê. Pêxemberê me ji mêran re çi dibêje? 'Hewl bide jinê sererast bikî, zêde zorê nedê, tu dê bişkênî.' Mêr erebeya xwe gelek baş nas dike lê jina xwe nas nake. Jin mêrê xwe nas nake; mêrê wê ji çi hez dike, kengî aciz dibe? Mêr bi taybetmendiyên serokatiyê yên wekî hêz û îdiayê hatine afirandin. Jin di mijarên ragihandin, kûrahiya hestan, têgihiştina hestiyarî û mezinkirinê de ji mêran çêtir in. Mêr di mijarên mantiq, matematîk û çareseriyê de çêtir in. Mêr li giştiyê dinêre, jin hûrguliyan dibîne. Jin bi dengê bilind difikire. Jin ji bo parvekirina agahiyê diaxive, lê ji bo mêr axaftin tenê veguhastina agahiyê ye. Ji ber wê jî divê mirov gelek sedeqeyê bide û gelek duayan bike."
Bername bi duayan bi dawî bû.