Pêşbirka Siyerê li Stenbolê bi beşdarbûna bi deh hezaran hat tertîpkirin

Pêşbirka Sîyerê ya ku li çar alîyê welêt eleqeyeke mezin nîşanî hat dayîn li Stenbolê bi beşdarbûna bi deh hezaran kesan hat tertîpkirin.

​​​​​​Ji sala 2012yan vir ve ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li seranserê welêt pêşbirka sîyerê tê tertîpkirin ku îsal 14emîna pêşbirkê hat tertîpkirin û temaya îsal a pêşbirkê “Wî Bixwîne û Wî Bijî” bû ku li 78 bajaran zêdetirî 200 hezar kes beşdarî pêşbirkê bûn.

Pêşbirka ku ji 4 kategorîyan pêk dihat di 11.00an de dest pê kir û di seat 12.30î de bi dawî bû.

Emre Çevrîmê ji berdevkên Stenbolê yê Weqfa Evîndarên Pêxember derbarê îmtîhana ku hat lidarxistin de nirxandinan kir.

Çevrîmê ku di destpêka axavtina xwe de diyar kir armanca wan hînkirina jiyana Hz. Muhammed e derbarê mijarê de wiha got: “Ji sala 2012yan vir ve em pêşbirka sîyerê tertîp dikin. Ji destpêkê heta niha eleqeyeke mezin ji pêşbirkê re tê nîşandan. Me li Esenyurtê li pênc mekteban pêşbirkê tertîp kir. Dayikan bi destên zarokên xwe girtin û ew anîn mektebê. Armanc û meqseda me ji tertîpkirina vê pêşbirkê ew e ku heyata Pêxemberê me bê hînbûn. Di netîceya pêşbirkê de gelek xelat û hedîye hene ku ji van ya herî mezin xelata umreyê ye.”

Çevrîm di dawîya nirxandina xwe de ji wan kesên ku keda wan di tertîpkirina vê pêşbirkê de hene re û ji wan kesên ku beşdarî pêşbirkê bûn re teşekkur kir.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar