Petrola Ezerbaycanê li ser Tirkîyeyê ji rejîma sîyonîst re tê şandin

Hat îddîakirin ku petrola Ezerbeycanê ku ji bo rejîma îşxalker gelek muhîm e, li ser Tirkîyeyê hatîye şandin.

Wezareta Bazirganîyê, daxuyandibû ku ji rejîma sîyonîst re, “Heta ku ji Xezzeyê re alîkarîyeke baş û hewce bê şandin têkilîyên îxracat û îthalatê hatine sekinandin.”

Li gorî rojnameya Al-Araby Al-Jadeedê wezareta Bazirganîyê diyar kirîye ku ew hemû têkilîyên xwe yên bi rejîma sîyonîst re bi temamî dane sekinandin encax sewqîyatên petrolê yên ku li ser Tirkîyeyê têne kirin berdewam dikin.

Ezerbeycan, bi sewqîyata ku li ser Bakû-Tîflîs-Ceyhanê ji Heyfayê re dike ji bo rejîma îşxalker re di nav peydakirina petrolê de di pêş de tê.

Di xeberê de hat desnîşankirin ku Tel Avîv, ji ber zêdebûna mueyyîdeyên Tirkîyeyê û gavên ku ji vê şûnda bêne avêtin endîşedar in. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno