Peyama Cejna Qurbanê ya ji Serokê HÜDA PARê Yapıcıoğlu: Divê em wekî fersendekê bizanibin ku xeyidandin bi dawî bibi

Serokê Giştî yê HÜDA PARê Zekeriya Yapıcıoğlu, di peyama ku ji ber minasebeta Cejna Qurbanê weşand de bal kişand ser wê yekê ku rojên cejnê fersendeke girîng in ji bo dawîkirina xeyidandinan (dilmayînan), girtina duayên mezinan û şakkirina sêwî û xizanan.

Serokê Giştî yê HÜDA PARê Zekeriya Yapıcıoğlu di peyama ku ji ber Cejna Qurbanê weşand de, berî her tiştî bal kişand ser rewşa Mesgîda Eqsayê û welatên Îslamê yên di bin dagirkeriyê de ne û got: "Divê em cejnê; wekî fersendekê bizanibin ji bo bi dawîbûna xeyidandinan, girtina dilê mezinên xwe bi taybetî dê û bavên xwe û qezençkirina duayên wan ên xêrê."

"Esareta yekemîn qibleya me Mesgîda Eqsayê dilê me dişewitîne"

Yapıcıoğlu yê ku bal kişand ser rewşa welatên Îslamê yên di bin dagirkeriyê de ne û xemgîniya qibleya yekemîn Mesgîda Eqsayê, van îfadeyan bi kar anî: "Em aramî û şahiya gihîştina Cejna Qurbanê ya pîroz a ku bi hewaya dilovanî, bereket, parvekirin û birayîtiyê dilê me dorpêç dike, dijîn. Her çend êşên ku li welatên Îslamê yên di bin dagirkerî û êrîşan de ne û bi taybetî esareta yekemîn qibleya me Mesgîda Eqsayê dilê me biêşîne û bişewitîne jî, cejn rojên hîvî, piştgirî, vejîn û birayîtiyê ne."

"Divê em yekîtî û birayîtiya xwe biparêzin"

Yapıcıoğlu yê ku diyar kir îbadeta qurbanê; yek ji nîşaneyên herî bihêz ên teslîmiyet, sedaqat, parvekirin û nêzîkbûna li Xwedê ye, peyama xwe weha domand: "Ez ji Xwedayê Dilovan lava dikir ku duayên birayên me yên li Arafatê sekinîne, îbadetên Hecê yên ku bi cih anîne û qurbanên hatine serjêkirin qebûl bike. Bê guman em di serdemekê re derbas dibin ku tê de zilm zêde bûye, neheqiya gerdûnî gihîştiye asta herî bilind û nirxên mirovî û exlakî bi eşkereyî hatine binpêkirin. Di demeke weha de, têkoşîna ji bo rûniştandina heqîqetê û avakirina dadperweriyê, wezifeyeke mezin a mirovahiyê ye. Ji bo ku em vê wezifeyê bi rengekî herî baş bi cih bînin, divê em bi hev re bi pîpika (wersa) Xwedê ve sersax (şidandî) bigirin, yekîtî û birayîtiya xwe biparêzin."

"Divê em cejnê ji bo qezençkirina duayên xêrê yên mezinên xwe wekî fersendekê bizanibin"

Yapıcıoğlu yê ku di rojên cejnê de behsa girîngiya piştgiriya civakî û seredana xizm û welat (sila-i rahim) kir, bangawazî weha kir: "Divê em cejnê; wekî fersendekê bizanibin ji bo bi dawîbûna xeyidandinan, girtina dilê mezinên xwe bi taybetî dê û bavên xwe û qezençkirina duayên wan ên xêrê. Divê em bi hev re hewayeke wisa ya cejnê bidin jiyandin ku tê de sêwî werin şakkirin, xizan û hejar bêtin parastin, xerîb û bêkes bêtin bîranîn."

Bi 4 zimanan mesaj pîrozkirina cejnê

Yapıcıoğlu şofêrên ku ji bo seredanên cejnê û dîtina xizman (sila-i rahim) derkevin rê jî hişyar kir ku pabendî qaîdeyên trafîkê bibin û bi bêxewî û westayî rûnenên li pişt dîreksiyonê. Yapıcıoğlu mesajê xwe bi pîrozkirina cejnê ya bi zimanên Tirkî, Zazakî, Kurmancî û Erebî bi dawî kir:

"Birayên min ên ezîz û qîmetdar! Ez we bi hurmet û hezkirin silav dikim, gelek cejnên tije aramî û bereket ji bo we dixwazim. Bayramımız mübarek olsun. Roşané ma bımbarekıb. Cejna me pîroz be. İyd mubarek."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mesajê Eidî yê Weqfa Evîndarên Pêxemberî
2 kes birîndar bûn
Hecî ber bi Erefatê ku stûna herî girîng a Hecê ye ve diherikin
Weqfa Evîndarên Pêxember peyama Cejna Qurbanê belav kir
Goristanên li Dîyarbekirê beriya cejnê gelek mêvan dibînin