Peyama Evîndarên Pêxember a li ser Wîladeta Nebî: Divê ummet, berê xwe ji gotinan bide jîyanê

Serokê Weqfa Evîndarên Pêxember Mele Beşîr Şîmşek, di daxuyanîya ku bi minasebeta Wîladeta Nebî belav kir de, destnîşan kir ku divê mînakbûna Pêxemberê Xwedê bikeve hemû beşên jîyanê.

Ew ê Şeva Mewlûdê îsal, di şeva Çarşembe ya 3yê Îlonê de were pîrozkirin.

Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ku mînakbûna Resûlê Xwedê ji bo Misilmanan rêberekî ye.

Şîmşek ji daxuyanîya xwe re bi ayeta 21emîn a Sûreya Ehzabê dest pê kir û bibîrxist ku Resûlê Xwedê ji bo mirovên xwedî îmana samîmî “mînaka herî xweş” e.

Şîmşek got, “Nebî, di rêbertîya wehyê de ji însanan re bi heyata xwe nîşan daye ku ‘însana mînak’ çawa dibe û bi heyata xwe jî di şahidîya dîrokê de ji însanîyetê re mîrasekî hiştîye. Yên ku xeyn ji vêya bifikire jî rewşa wan wek wan bedbaht û korên heqîqatê ku çavê xwe ji tavê re girtine ye.”

“Mewlûda Nebî, ne pîrozkirina şeklî ye, jîyandina sinnetê ye”

Beşîr Şîmşek, destnîşan kir ku Mewlûda Nebî ne pîrozkirinek tenêye, divê rêbertîya Pêxember ji vê dewrê re were anîtin û însanên me bi sinneta Resûlê Xwedê re xwe bişiûr bike:

“Her gavekî ku ji bo jîyandin û fêhmkirina Hezretî Pêxember were avêtin; divê wezîfeyên zêdekirina şiûra îmanê, îhyakirina hezkirina Pêxember, nûkirina sîyerê û qewetkirina exlaqê bigre ser milê xwe. Di vê çarçoveyê de Mewlûda Nebî ne pîrozkirinekî şeklî ye, ew jîyandina sinnetê ye.”

Şîmşek bal kişand ku divê Misilmanan li her derê mewlûdê zindî bihêlin.

“Divê Misilmanan dijminên xwe û yên ku ji wan re dijminatîyê dikin baş nas bikin”

Şîmşek destnîşan kir ku divê Misilmanan jîyana Pêxember di warê îlmî, exlaqî, îqtîsadî û sîyasî de bidestbixin, û li gorî îmkanên vê dewrê jî bikarbînin.

Beşîr Şîmşek, “Divê Misilmanan dijminên xwe û yên ku ji wan re dijminantîyê dikin baş nas bikin û li gorî wî stratejîyan çêbikin û li gorî vêya tevbigerin. Mînakbûna Wahîy û Hezretî Pêxember, di vê meseleyê de hişyarîyên hewce dikin.”

“Divê haya Misilmanan ji bawerîya ‘ummeta bixêr’ û şiûrê hebe”

Şîmşek destnîşan kir ku divê Misilmanan şiûra “ummeta bixêr” tenê di gotinan de nehêlin, Wî derheqê zilma ku li Xezzeyê tê kirin de jî axivî û îfade kir ku divê Misilmanan bi rêxistînî tevbigerin.

“Ummeta bi xêr ev e ku; di rêya başîtî, edalet, merhamet, parvekirin û exlaqa xweş de be. Divê bi lez û bez Misilmanan gotina ummetbûyînê ji gotinê wêdetir bibin û wê ummetbûyînê di jîyanên xwe de bijîn. Heger em vê ummetbûyînê di jîyana xwe de nejîn ew ê wan sîyonîst û evanjelîstên ku tiştên tînin li ser serê Xezzeyê wê zêdetirê wî bînin ser serê me.”

Mele Beşîr Şîmşek destnîşan kir ku divê gelên Misilman organîze bibin û bi rêxistî tevbigerin, di nav koordînasyon û teşklîkatî de bixebitin.

Banga îbadet û selawatan

Şîmlek destnîşan kir ku bi wesîleya Mewlûda Nebî bila hemû Misilmanan camîyan tijî bikin, li malên xwe mewlûdan bikin û tim û tim selewatan bînin, di vê demê de ji bo xwe gelek îbadetan jî bikin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar