Peyama Şeva Qedrê ji Serokê Navçeya Çinarê yê HÜDA PARê Ezîz Tekdal

Serokê Navçeya Çinarê yê HÜDA PARê Ezîz Tekdal bi helkefta Şeva Qedrê peyamek weşand.

Serokê Navçeya Çinarê yê HÜDA PARê Ezîz Tekdal, di peyama xwe ya bi helkefta Şeva Qedrê de ev îfade bi kar anîn:

"Me ew (Quran) di şeva Qedrê de daxistiye. Ma tu dizanî şeva Qedrê çi ye? Şeva Qedrê ji hezar mehî bixêrtir e. Di wê şevê de milyaket û Rûh (Cebraîl), bi îzna Rebbê xwe ji bo her karî dadikevin. Ew şev heta berbangê silametî û aşitî ye.” (Sûreya Qedrê/Ayat 1-5)

“Xwedayê min! Tu gelek efûkar î, tu ji efûkirinê hez dikî. Min bibexşîne!” (Tirmizî, Daavât 84)

Bila Şeva Qedrê bibe destpêka rojên serkeftinê yên ku birayên me yên Xezeyî tê de azad dibin, ummet dîsa radibe ser piyan û di navbera Misilmanan de yekîtî û bihevrebûn tê avakirin.

Ez ji Rebbê xwe lava dikim ku Şeva Qedrê ya pîroz—ku Quran tê de nazil bûye û ji hezar mehî bixêrtir e—ji bo tevahiya cîhana Îslamê bibe wesîleya xêran, wehdet û biratiyê, bereketa zêde, tenduristî û afiyetê; ez Şeva Qedrê ya hemû birayên xwe yên Misilman pîroz dikim."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin
Pirsgirêka trafîkê ya li Amedê êdî gihiştiye asteke aloz û xirab