Pîrê ku li Amedê ji pacê de ket bi giranî birîndar bû

Li navçeya Yenîşehîra Amedê M.Z.B yê 65 salî ji pencereya ku ji bo hewayê vekir ket xwarê bi giranî birîndar bû.

Bûyer li Apartmana Eyûboglû ya 7 qatî ya li ser Kolana Akkoyunlu ya Taxa Kooperatîfan pêk hat.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin M.Z.B (65) li qata 5an a xanî dema ku xwest pencereya xaniyê xwe veke û hewayê derxe derve, hevsengiya xwe winda kir û li qata jêrzemînê ket.

Piştî ku derdor hatin agahdarkirin ekîbên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Piştî mudaxeleya ewil a tîmên tenduristiyê yên li cihê bûyerê M.Z.B rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî û dermankirin.

Rewşa M.Z.B ya ku tê diyarkirin xeteriya jiyana wî didome giran e.

Di derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê