Pispora GPQê Dr. Zeynep Sayar: Di pişt zingîna guhan de nexweşiyên veşartî dibe hebin!

Pispora Nexweşiyên GPQê (Guh, Poz û Qirikê) Op. Dr. Zeynep Sayar diyar kir ku ji bo teşxîsa rast, muayeneya berfireh û testên bihîstinê girîngiyeke mezin hildigirin.

zingîna guhan wekî yek ji pirsgirêkên tenduristiyê yên belav ku di mirovan ên di her temenî de dikare bête dîtin û jiyana rojane neyênî bandor dike derdikeve pêş. Ev rewşa ku ji ber sedemên cûda dikare derkeve holê, di hinek kesan de nîzama xewê xirab dike û bala mirovî û kalîteya jiyanê jî kêm dike. Nirxandina di heyama zû de ji bo diyarikirina sedema ku li binê wê de ye û plankirina tedawiya guncav girîngiyeke mezin hildigire.

Pispora Nexweşiyên Guh, Poz û Qirikê Op. Dr. Zeynep Sayar di daxuyaniya xwe ya ji nûçegihanê İLKHAyê re diyar kir ku zingîna guhan bi tenê ne nexweşiyek e, dikare bibe nîşana gelek nexweşiyên guhan û sistemîk.

Sayar anî ziman ku di zingîna guhan de tedawî li gorî sedema ku li binê wê ye tê plan kirin û dermanekî taybet û spesîfîk ê tedawiyê tune ye.

Faktörên sereke yên ku dibin sedema xingîniya guhan çi ne?

Sayar destnîşan kir ku di sedî 90ê zingîna guhan (tinnitus) de, tewra ku ji derve deng ku neyê jî kes di serî û guhê xwe de dengê zingîn, ximîn û peqpeqînê dibîse û got: "Ji vê rewşê re tinnitus tê gotin. Hinek caran zingîna guhan dikare ji aliyê kesên din ve jî bête bihîstin. Zingîna guhan bi tenê serê xwe ne nexweşiyek e. Dikare bibe nîşana hinek nexweşiyan. Di vê rewşê de du sedem hene. Sedemên ji guh çêdibin û sedemên sistemîk derdikevin pêş. Di polîklînîka GPQê (KBB) de sedema ku herî zêde tê dîtin qirêja guh e. Enfeksiyonên guhê navîn û hundirîn, travma, windabûna ji nîşkê ve ya bihîstinê û rûbirûbûna dengê bilind dikarin bibin sedem."

"Dengê bilind, derman û nexweşiyên kronîk zingînê geş dikin"

Sayar bal kişand ku rûbirûbûna dengê bilind dikare bibe aciziyeke kronîk û wiha got: "Mîna ku kesek berdewam di cihê ku dengê bilind lê heye de bixebite. Windabûna ji nîşkê ve ya bihîstinê, rewşên girêdayîwerimîna guhê hundirîn ligel gêjbûna serî dikarin bibin. Dermanên ku di tedawiya pençeşêrê de tên karannîn, dikarin zirarê bidin sîstema bihîstinê ya di guhê hundirîn de û bibin sedema zingîna guhan. Windabûna bihîstinê ya girêdayî temen dibe sedema zingînê. Nexweşiyên movika çeneyê bandorê li zingînê dikin. Sedemên ku herî zêde tên dîtin sedemên metabolîk in. Di nav sedemên metabolîk de nexweşiya şekir (diyabet), tîroîd, kêmbûna vîtamînan, kêmxwînî, kêmbûna hesin, hîpertansiyon, nexweşiyên mêjî, gurçik û damaran dikarin hebin."

Di zingîna guhan de pêvajoya teşxîsê çawa dimeşe?

Sayar anî ziman ku di teşxîskirina zingîna guhan de dîroka nexweş bi berfirehî tê girtin û got: "Meselek û nexweşiyên wî tên pirsîn. Tê pirsîn ku 'Gelo rewşên ku hewce dike ji bo demeke dirêj di nexweşxaneyê de bimîne çêbûne? Anntîbiyotîkên bi dereceya bilind hatine karannîn? Rûbirûbûna dengê lezgîn û bilind heye?' Muayeneya guh, poz û qirikê bi berfirehî tê kirin. Piştre derbasî testên bihîstinê dibin. Piştî kirina testa bihîstinê, ji bo ku di tedawiyê de bigehêjin encamê frekans û şiddeta dengê ku dibîse tê diyarkirin. Ji bo kesên ku windabûna bihîstinê aliyekî ye û zingîn heye, teqez kişandina MRyê hewce ye."

"Di zingîna guhan de tedawiya dermanan tune ye"

Sayar diyarkir ku tedawî li gorî sedemên nexweşiyê dest pê dike û wiha axivî: "Asta vîtamînan kêm be, nexweşiyên mîna diyabet û tansiyonê hebin dê serastkirin bête kirin. Mirov dê ji cixare, alqol û kafeînê dûr bisekine. Em teqez xeweke birêkûpêk şîret dikin. zingîn nexweşan gelekî aciz dike. Dikare nîzama xewê xirab bike. Em hinek rêbazên psîkoterapiyê yên ku bandorên neyênî yên zingîna kêm dikin şîret dikin. Heke windabûna bihîstinê hebe em amûrên bihîstinê tewsîye dikin. Çünki amûr zingîna nexweş ditepsîne. Di zingîna guhan de tedawiya dermanan a taybet tune ye. Di zingînên ku nû dest pê kirine de, dermanên ku herikîna xwînê ya ku diçe guhê hundirîn zêde dikin dikarin werin girtin."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kuçe u kolani veng mendî
Di germa dijwar de bi heqdestê kêm
60 dönüm qad zirar dît
Li Xarpêtê qezaya trafîkê: 6 birîndar
Şehîd Îsmaîl Henîye têkoşîna xwe ya li dijî kiryarên qirkirinê bi rûmet domand