Piştî sala 2014an yekem balafir li Balafirgeha Mûsilê daket

Balafirgeha Navneteweyî ya Mûsilê li bajarê Mûsil ê Iraqê, piştî 11 salan yekem geşta navxweyî ya fermî pêşwazî kir.

Parêzgarê Mûsilê Ebdulkadîr Dahil ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê (INA) re got, "Balafira Hewayî ya Iraqî wekî yekem geşta fermî ya navxweyî li ser pista Balafirgeha Navneteweyî ya Mûsilê daket."

Parêzgar Dahil diyar kir ku plan hene ku ji balafirgehê geştên hewayî ber bi hemû parêzgehên Iraqê û welatên cuda yên cîhanê ve werin organîzekirin û got, "Ev vebûn ji bo ji nû ve pêşxistin û vejandina aborî ya Mûsilê derfeteke mezin temsîl dike."

Balafirgeha Navneteweyî ya Mûsilê ji ber êrîşên rêxistina terorîst a DAIŞê, ku di sala 2014an de bajar kontrol kir, bi giranî zirar dît û bêbandor bû. Piştî hewldanên dirêj ên tamîr û ji nû ve avakirinê, balafirgeh deriyên xwe ji bo trafîka hewayî ya sivîl li bakurê welat ji nû ve vekir. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin
Pirsgirêka trafîkê ya li Amedê êdî gihiştiye asteke aloz û xirab