Piştî şobê herî zêde nexweşîya qurmîbûna dinanan bi zarokan re tê dîtin

Pîsporan derbarê zarokên ku ji sedî 90 wan di emrê xwendina mektebê de ne daxuyanî dan û diyar kirin bi dinanên zarokan qurmî nebin divê tedbîtên pêwîst bên girtin.

Li gor raporta Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê piştî şobê nexweşîya ku herî zêde bi zarokan re tê dîtin qurmîbûna dinanan e. Ev nexweşî ji sedî 90 zarokên ku di emrê mektebê de ne û ji sedî sedê mezinan re tê dîtin.

 Hekîma Dinanan a Zarokan  Doktor Fatma Çalişkan derbarê mijarê de diyar kir “Li gor daneyên Wezareta Tenduristîyê li welat ji her 100 zarokên ku emrê wan di navbera 0-12an de ye bi 84 zarokan re nexweşîya qurmîbûna dinanan heye û ji zarokên ku emrê wan 6 sal e bes ji sedî 10ê wan dinanên xwe firçe dikin”  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Divê tebîeta firçekirina dinanan bi zarokan bê hînkirin ku ev yek jî encax bi şikleke birêkûpêk firçakirina dinanan a dê û bavan mimkûn e. Divê firçeya dinanan baş bê bijartin û li gor emrê zarokan macûnê dinanan bê standin, divê zarok bi şikleke dirist hazirê du deqîqeyan dinanên xwe firçe bikin û divê berîya firçekirinê firçê qet şil nekin. Her wisa divê dê û bav bikaranîna tayê dinanan bi zarokên xwe bidin hînkirin û divê bi wan bidin hînkirin berîya razanê muheqqeq dinan bên firçekirin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e