Piştî zefera Tofana Eqsayê îstîfayên rayedarên îşxalkeran didome

Fermandarê Herêma Başûr û Serokê Sererkanê artêşa îşxalê, piştî zefera Tofana Eqsayê bi hezîmeteke mezin îstîfayên xwe pêşkêşî kirin.

Piştî neserfirazbûna artêşa îşxalê, di roja sêyemîn a agirbesta ku li Xezzeyê ket rewacê, îro îstîfayekî dinê jî ji rejima îşxalker hat.

Fermandarê Herêma Başûr û Serokê Sererkanê artêşa îşxalê Yaron Finkelman, ji ber neserfirazbûna xwe ya 7ê Cotmeha 2023yan îstîfayên xwe pêşkêşî kir.

Serokê Sererkanê artêşa îşxalê Herzi Halevi weha got, “Di ronahîya qebûlkirina neserfirazbûna me ya di 7ê Cotmeha 2023yan de min îstîfaya xwe ji wezareta parastinê re da û ew ê îstîfaya min di 6ê Adarê de bikeve rewacê.”

Halevî, di mektûba xwe ya îstîfayê de weha nivîsand, “min mîsyona parastina îsraîlê bicîhneanît û îsraîk bedêla vîya gidan da.”

Fermandarê Herêma Başûr Yaron Finkelman jî di îstîfaya xwe de weha nivîsand, “Neserfirazîya di 7ê Cotmehê de ew ê heta dawîya jîyana min di hişê min de be. Min Negeva Rojava neparast.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê