PKK li Kurdistana Başur 2 zarokan kuşt

Hat destnîşankirin ku PKK li navçeya Amêdîya Dihokê 2 zarokan kuşt û endameke pêşmergeyê jî birîndar kir.

Ji teref Elî Teterê Walîyê Dihokê ve derheqê meseleyê de daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku PKK li navçeya Amêdiyê du zarokan kuşt û zarokek jî birîndar kir.

Elî Teter li daxuyanîya xwe weha berdewam kir, “Îro danê êvarê 26ê Gulana 2022yan di encama êrîşeke PKKê de li herêma Bamernê ya li qezaya Amêdiyê mixabin du zarok şehîd bûn û zarokek jî birîndar bû.”

Teter di berdewama daxuyanîya xwe de qala êrîşên PKKê yên ku di demên dawî de bênavber berdewam dikin de wiha axivî “Ev demek dirêj e çêbû ku çekdarên PKKê i nav Herêma Kurdistanê radibin û zirarê didin aramîya wên. Di nav çend rojên derbasbûyî de PKK çendîn êrîşên provakasyonî li Herêma Kurdistanê encam dan, weke êrîşkirina ser wêstgehên medyayê û cihên sîwîl û xalên Pêşmerge û sazî û dezgehên sîwîl û xizmetguzariyên Herêma Kurdistanê.”

Teter di dawîya daxuyanîya xwe de van êrîşên PKKê şermezar kir û destnîşan kir PKK ne hereketeke e Kurd e û bertek nîşan da, “Em vê tevgera PKKê bi hemû rengî protesto û şermezar dikin." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kürdistan Haberleri

Kürdistan Bölgesi’nde Kor Mor gaz sahasına İHA saldırısı düzenlendi
KDP Başkanı Mesud Barzani ile Irak Başbakanı Sudani bir araya geldi
Irak ve Kürdistan Bölgesi seçimlerinin ilk sonuçları açıklandı
THY Süleymaniye seferlerine tekrar başladı
Güney Kürdistan'da bir dizi temaslarda bulundu