PKKê xwe fesih kir

PKKê ku daxuyand hefteya borî kongreya xwe kom kirîye, di daxuyanîya ku da de îfade kir ku xwe fesih kirîye û çekan danîye.

PKKê, di encamnameya xwe ya ku piştî Kongreya 12emîn a ku di navbera 5-7ê Gulanê de lidarxistibû de, diyar kir ku di warê fesihkirina sazîya rêxistinê û dawîkirina fealîyetên çekan de biryar girtine. Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ew fealîyetên xwe yên bi navê PKKê bi vê biryarê dawî kirine.

Di diyarîyê de hat îfadekirin ku kongre bi beşdarbûna 232 delegeyan hatîye lidarxistin, “Kongreya 12emîn a PKKê, di çarçoveya meşandin û îdarekirina pêvajoya pratîkê yê ji teref Apo ve hatîye kirin de, bi girtina biryara dawîkirina hebûna rêxistîbûna PKKê û danîna micadeleya bi metoda çekdarî, xebatên ku bi vê navê têne kirin hatine sekinandin.”

Di berdewama daxuyanîya fesihkirinê de weha hat gotin, “Pirsgirêka Kurd a dîyalektîga têkilîyên Kurd-Tirk a ku dîroka wî 1000 sal in nîşan dide ku encax di bin bingeha Welatîbûna Wekhev û Welatek Hevpar de bê çareserkirin bide qezenckirin. Meseleyên rojevê ku di Rojhilata Navîn de di çarçoveya Heba Cîhanê ya 3yemîn de pêk hatine ji nû ve çêkirina têkilîyên Kurd-Tirk ferz kirîye.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno