Weşana stran û sirûdên qaşo neteweperest bi rêya hoparloran li hinek mizgeftên li parêzgeha Heseke ya Sûrîyeyê, ku di bin kontrola PKK/SDGê de ye, li herêmê û li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, bûye sedema nerazîbûneke berfireh.
Ev kiryar wekî bêrêziyeke eşkere li hember Îslam û mizgeftan hate dîtin, û li Hewlêrê du rojan xwepêşandan hatin lidarxistin.
Xwepêşanderan bi bîr xistin ku PKK/SDG berê jî bi pratîkên wekhev gavên provokatîf li dijî nirxên dînî avêtibûn, û tekez kirin ku karanîna mizgeftan ji bo peyamên sîyasî û îdeolojîk nayê qebûlkirin. Di xwepêşandanan de pankart hatin hilgirtin û slogan hatin qîrkirin û redkirina her cûre destwerdana li cihên pîroz hatin nîşandan.
Dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin nîşan didin ku xwepêşander heqaretên li dijî pîroziya Îslamê şermezar dikin û li dijî her bêrêziyek li hember Quran û Hezretî Muhammed (silavên Xwedê lê bin) helwestek zelal digirin.
Di bertekan de ev hatin gotin, "Gelê Kurd Misilman e û ew ê xwe nespêre projeyên ku nasnameya wan bi rêya baweriya wan hedef digirin." (ÎLKHA)