Platform, di weşana xwe de 10 şehîdên ku hatibûn qetilkirin di salvegera wan de yad kir.
Di weşanê de weha hat gotin:
“Hinek şev hene ne bi hibirê, bi xwînê têne nivîsandin…
Sal 1992…
Şeva 25ê Hezîranê…
Hizûra nimêja eşayê, bi êrîşeke qelleşî hat xerakirin…
Mizgefta gundekî, muminên kulmekî û meşeke pîroz a ku ji secdeyan dighêje şehadetê…
Qetlîama ku PKKê li gundê Sûsayê di Mizgefta gund de bikaranît, tenê canan hedef negirt, ew wijdanan jî hedef girt. Muminên ku ketin erdê, bi şehadetên xwe mîras û rêçekî ku ji hişê van axan nayê jêbirin hiştin.
Salên ku derbas bûn jî vê êş û elemê kêm nekir. Sûsa, ne tenê navê qetlîamekî ye; ew navê îman, sedeqet û bedêla ku ji bo heqîyê hatîye dayîn e.
Em şehîdên xwe yên ezîz bi rehmet yad dikin; wê şeva tarî ji bîrva nakin, û nadin jibîrkirin…”
Di 26ê Hezîrana 1992yan de PKKê di dema nimêja eşayê de li gundê Sûsayê êrîşê camîyê û cematea camîyê kiribû, di qetlîama ku PKKê bikaranît de 10 misilman şehîd bûbûn, 5 kes jî birîndar bûbûn.
Ev qetlîam, yek êrîşa herî bixwîndar a herêmê di eql û hişan de cîhê xwe girt. (ÎLKHA)