Platforma Nesla Quranê ji bo meha Remezanê tewsîyeyan da

Platforma Nesla Quranê, ji bo meha Remezanê derheqê îbadetên bi malbatî û ferdî de tewsîyeyên ku ji 14 malbatan saz dibe da.

Berdevkê Platforma Nesla Quranê Mehmet Emîn Sutçu, ji bona ku meha Remezanê xêrtir derbas bibe derheqê bernameyê de tewsîyeyan da.

Sutçu îfade kir ku di vê dewra ku însanîyet ji menewîyat û îbadetan dûr e de vê meha rojîyê lazimatîya herî mezin e, destnîşan kir ku ew vê salê meha Remezanê di bin sîya êrîşekî wehşet a ku bû 5 meh e berdewam dike de derbas bikin.

“Divê em îklîma menewî ya vê mehê, wek rêyekî xelasîyê bibînin”

Sutçu, “Di vê taboya ku însanîyet ketîye nav tengasî û tinebûnê de îklîma menewî yê meha Remezanê, ji bo xelasîyê rêyekî ye. Ji bona ku vê meha Remezanê ji bi îzzet û rûmeta alema Îslamê re bibe wesîle wext û rojên xwe bi vê şiûrê derbas bikin.”

Sutçu îfade kir ku maddîyat bi şekleke cîddî zerarê daye biratîya Îslamê, di vê dewra ku kufr bûye yek millet û li ser serê xûşk û birayên me yên Fîlîstînî tengav kirine de lazim e em jî biratîya ku di Quranê de derbas dibe ji nû ve tesîs bikin.

“Hewcedarîya vê biratîyê jî ev e; ji bo dawîbûna vê wehşeta sîyonîst gavên însanî û Îslamî yên ku mesulîyetên me ne bavêjin. Ji ber vê yekê divê em ji meha Remezanê zêdetir îstîfade bikin.”

Sutçu, di axavtina xwe de tewsîyeyên Platformê eşkere kir û weha da rêzê:

Bernameya Ferdî

Rojê herî hindik cuzekî Quranê bixweynin
Ji nimêjên xwe yên ferz û nafîleyan re ehemmîyetê bidin.
Ji zîyaretan re ehemmîyetê bidin
Pir pir dua bikin
Bikevin îtîqafê
Zikatên xwe hesab bikin, fitrên xwe bidin, xêr û xêratan bikin
Fitarîyê bidin
Şeva Qedrê di camîyê de îdreq bikin
Biçin nimêja Îdê û îda hevdu bimbarek bikin
Bernameya Malbatî

Quranê bi muqabeletî bixweyînin
Dersên îlmîhalê bikin
Dersên sîyerê bikin
Bi cemaetî nimêj bikin
Şeva Qedrê îdreq bikin (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Xezzeyê hejmara şehîdan bû 35 hezar û 303
Rejîma sîyonîst li Xezzeyê ji 100î zêdetir alim û akademîsyen şehîd kirin
Evîndarên Pêxember: Divê dev ji zimanê mehkûmiyetê berdin, stratejiyên rast bên meşandin
Qursa Qur'anê ya zarokan hat girtin
Li Nîjeryayê di camîyê de teqîn: 11 kes can dan