Platforma Nesla Quranê, li Rihayê Komxebata Nimêjê tertîp dike

Platforma Nesla Quranê, Komxebata Nimêjê ya 6emîn a bi şîara “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” ew ê li Rihayê tertîp bike.

Komxebata Nimêjê ya 6emîn a bi şîara “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” ew ê di 20ê Cotmeha 2024an roja Yekşemê de li Rihayê bê tertîpkirin. Bernameya ku ew ê di Eywana Konferansa Navenda Çand û Ciwanî ya Recep Tayyîp Erdogan de bê tertîpkirin, ji xelkê re jî vekirî be.

Rûniştina ewil a komxebatê wê di navbera seat 10.00-12.00an de, rûniştina duyemîn jî ew ê di navbera seat 14.00-16.00an de bê kirin.

Hat îfadekirin ku ew ê rûniştina yekemîn bi moderatortîya Osman Gulebak bê kirin. Ji rûniştinê re jî Doç. Dr. Veysel Kasar, Zekerîya Gezer û Vahdettîn Înce beşdarî bibin.

Rûniştina duyemîn jî ew ê bi moderatortîya Osman Yavuz bê kirin. Ji rûniştinê re jî Doç. Dr. Ahmet Tekîn, Ahmet Bulut û Dr. Sertaç Tekdal beşdarî bibin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê