Serokê Komeleya Têkoşîna Dijî Girêdayîbûnê ya Batmanê Psîkolog Yasir Atalay, destnîşan kir ku rûbirûbûna zarokan a bi rêzefîlmên mafyayê û lîstikên tundûtûjiyê re ku di dema dawî de zêde bûne, rîskên mezin dihewîne û got ku divê dê û bav derbarê naverokên dîjîtal de hişyar bin.
Atalayê ku ji nûçegihanê ÎLKHAyê re axivî, diyar kir ku zarok li çi temaşe dikin, çi dixwin, rûbirûyî kîjan dîmenan dimînin û kalîteya wextê ku di hawirdora dîjîtal de derbas dikin, ji bo pêşketina wan girîngiyeke mezin hildigire.
Psîkolog Yasir Atalay
Atalay destnîşan kir ku divê dê û bav naverokên ku zarok pê re rûbirû dimînin ji nêz ve bişopînin û wiha got: "Beriya her tiştî, em bi rengekî binê vê xalê xêz bikin ku divê dê û bav derbarê naverokan de bibin 'xwendevan-nivîskar' (okuryazar). Zarok li çi temaşe dike, çi dixwe, rûbirûyî kîjan dîmenê dimîne û kalîteya wextê ku di qada dîjîtal de derbas dike; ev hemû ji bo pêşketina zarok pir bi qîmet in."
Atalay destnîşan kir ku zarok li gorî kîjan çavkaniyê bên xwedîkirin bi wî rengî bertek nîşan didin û diyar kir ku rûbirûbûna domdar a bi dîmen, vîdyo û dengên tundûtûjiyê re bandoreke neyînî li ser pêşketina wan dike.
"Pêvajoyên xwedî tundûtûjî bêtir balê dikişînin"
Atalay bal kişand ser wê yekê ku hêmanên tundûtûjiyê li ser zarokan bandoreke balkêştir çêdikin û wiha got: "Zarok ji kîjan çavkaniyê xurakê bistînin, bi wî alî de bertekan nîşan didin. Gava ku ew her tim rûbirûyî vîdyo, dîmen û heta dengên tundûtûjiyê dimînin, ev rewş bandoreke neyînî li ser pêşketina wan dike. Ji ber ku pêvajoyên tundûtûjiyê, di jiyana me de ji tiştên erênî bêtir balê dikişînin."
"Pergala xelatê ya di mejî de her tim aktîf dibe"
Atalay diyar kir ku di rewşên ku dê û bav çavdêriyê nakin de zarok bi taybetî berê xwe didin lîstikên stratejiyê û naverokên tundûtûjiyê, û ev yek jî pergala xelatê ya di mejî de her tim aktîf dike.
Atalay got: "Ji ber vê yekê, wekî dê û bav em neçar in ku van naverokan bişopînin. Ji ber ku gava em vê nekin, zarok; bi taybetî bi hinek lîstikên stratejiyê û naverokên hîn zêdetir tundûtûjî dihewînin pergala xelatê ya di mejî de her tim aktîf dike, lewma ji xwedîkirina (beslenmek) bi vê çavkaniyê bêtir hez dike."
"Gava çavkanî tê birîn dibe ku bertekên êrîşkar nîşan bide"
Atalay diyar kir ku di dema dûrketina ji van naverokan de hinek reftarên neyînî li cem zarokan tên dîtin û wiha axivî: "Gava çavkanî tê birîn, zarok hinek bertekan nîşan dide. Çi ne ev? Wekî êrîşkarî (agresîfbûn), qîrîna li dê û bavan an jî êrîşkirina li ser wan..."
Atalay da zanîn ku zarok dixwazin van reftaran wekî tiştekî asayî nîşan bidin û wiha got: "Dibe ku bibêjin 'Jixwe her kes vê dike, hemû zarok vê dilîzin.' Lê belê ev ne asayîkirin e. Zarok bi mînakdayîna zarokên din, reftara neyînî ya heyî asayî dikin û bi vî rengî ji derbaskirina wextê ya li wir bêtir kêfê digirin."
"Divê dê û bav sînoran bi rengekî zelal diyar bikin"
Atalay destnîşan kir ku dibe ku zarok hewl bidin dê û bavên xwe îkna bikin û wiha dewam kir: "Bi vî awayî dikarin dê û bavan îkna bikin, lê belê divê dê û bav di vê mijarê de sînorên xwe bi rengekî zelal û diyar xêz bikin ku zarok sînorê xwe bizanibe û li gorî wê tevbigere. Nexwe, ev rewş yek ji wan hêmanan e ku koma rîskê pêk tîne."
"Saetên hestan ji bo pêşketina zarokan pir bi qîmet in"
"Lêkolînên hatine kirin jî nîşan didin ku ew 'saetên hestan' ên di navbera dê û bav û zarokan de gelekî girîng in. Zarok gava ekranan bikar neynin, di nav kîjan hestî de bin bila bin, dibe ku bêzar (huzursuz) bibin."
Atalay destnîşan kir ku lêkolîn girîngiya "saetên hestan" a di navbera dê û bav û zarokan de derdixe pêş û wiha dewam kir:
"Saetên hestan ji bo pêşketina zarokan pir bi qîmet in"
"Lêkolînên hatine kirin jî nîşan didin ku ew 'saetên hestan' ên di navbera dê û bav û zarokan de gelekî girîng in. Zarok gava ekranan bikar neynin, di nav kîjan hestî de bin bila bin, dibe ku bêzar (huzursuz) bibin."
"Divê her roj wekî malbat nîv saet 'çember' were avakirin"
Atalay diyar kir ku divê ev bêzarî were axaftin û di dawiyê de wiha got:
"Axaftina li ser vê bêzariyê; nîqaşkirina wan mijarên ku carinan wî kêfxweş dikin, carinan jê vedigerînin (tiksindiren) an jî wî hêrs dikin, û karîna birêkûpêkkirina (regulekirin) van hestan ji bo pêşketina zarok pir bi qîmet e. Heke dê û bav ji xwe dest pê bikin û her roj nîv saet an jî saetekê 'çemberekê' ava bikin, hemû endamên malbatê tevlî bikin û bi zarokan re vê 'saeta hestan' pêk bînin, dê ji bo pêşketina wan pir bikêr bibe."