Putîn ji nû ve bû serokê dewleta Ûris

Vladîmîr Putîn, li gorî encamên ne fermî ji sedî 87,29 dengan stand û ji nûve hilbijartinê qezenc kir.

Seroka Komîsyona Hilbijartina Navend ya Rûsyayê Ella Pamfilova weha got, “Ji hilbijartina serok dewletê ku di 15-17 Adarê de hat lidarxistin re 87 milyon û 113 hezar û 127 kes beşdarî bûn. Yanê di welatê me de pileya hilbijartinê cara yekem e rekorê dişkîne. Ev tişt tu dem nebûbû; ev pile ji sedî 77,44 e.”

Pamfilova, ragihand ku ew ê encamên fermî yên hilbijartinê di 21ê Adarê roja Pêncşemê de bi daxuyanîya çapemenîyê îlan bikin.

Pamfilova ragihand ku ew ji hemû çavnêrên ku ji derveyê welat hatine re minnetar in.

Pamfilova, îfade kir ku nêzê 76 milyon dengdêr raya xwe ji Serokê Dewletê Pûtîn re dane, “75 milyon û 932 hezar û 111 dengdêr ji serokê mewcût re rayên xwe dane. Ev jî rekorekî ye. Di sala 2018an de hemû ray hatibûn jimartin û ji Vladîmîr Pûtîn re 56 milyon û 426 hezar û 399 ray hatibûn dayîn. Niha jî nêzê 76 milyon e.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno