Qada ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî hatî amadekirin, li benda evîndarên pêxember e

Beriya bernameya Mewlûda Nebî ya ku dê sibê were lidarxistin, li Qada Parka Newrozê ya Diyarbekirê amadekarî heta asteke mezin bi dawî bûn û qad amade bû.

Çalakiya Mewlûda Nebî ya ku her sal ji aliyê Vakfa Evîndarên Pêxember ve bi temayeke cuda tê lidarxistin, îsal bi temaya 'Rêberê Yekîtî û Rizgariyê Hezretî Mihemed' dê sibê saet di 13.30an de li Qada Parka Newrozê ya navçeya(Rezan bi beşdariyeke mezin pêk were.

Amadekariyên li qadê ber bi dawiyê ve hatin. Ji bo kesên ku di dema bernameyê de nexweş bikevin konê tenduristiyê, ji bo tiştên winda û zarokan konê windayan hatin vegirtin; her wiha ji bo pêdiviyên destnimêj û tuwaletê jî lavaboyên seyyar hatin bicihkirin.

Ji bilî van, qada kermesê, platform û ji bo ku welatî karibin bernameyê baştir bişopînin du ekranên dêv û sîstemên deng hatin sazkirin.

Her wiha, afîşên mezin ên ku wêneyên Yasîn Börü û hevalên wî yên di bûyerên 6-7ê Cotmehê de hatibûn şehîdkirin û wêneyên Misilmanên ku ji aliyê DYAyê û rejîma dagirker a siyonîst ve hatine qetilkirin li qadê cih girtin. Pankartên ku hezkirin û hurmeta ji bo Pêxemberê me nîşan didin jî li gelek deverên qadê hatin daliqandin.

İbrahim Yaz

"Hemû amadekariyên me yên li qadê didomin û hatine qonaxa dawî"

Serokê Komîteya Tertîbê ya Çalakiya Mewlûda Nebî ya Diyarbekirê Îbrahîm Yaz, diyar kir ku bi van xebatan qad ji bo bernameya sibê bi piranî amade ye û amadekarî hatine qonaxa dawî.

Yaz da zanîn ku xebatên li qadê bê navber didomin û wiha got: "Hemû amadekariyên me yên li qadê didomin û hatine qonaxa qedandinê. Niha platforma me tê avakirin. Amadekariyên me yên wekî konê tenduristiyê û konê windayan berdewam dikin. Kermesa me jî dê hebe; xebatên derbarê wê de jî didomin. Bi kurtasî, xebatên ku em niha li hundirê qadê dikin, ji bo ku welatiyên sibê werin vir hêsantir bin û rehet bikin tên meşandin. Her wiha xebatên me berdewam dikin da ku welatiyên me bê pirsgirêk werin qadê û bibin hevparê vê coşê."

"Me bi fikirîna her hûrguliyê xebatên xwe temam kirin"

Yaz anî ziman ku pêvajoya amadekariyan nêzî mehek berê dest pê kiriye û bi şev û roj li qadê xebitîne. Yaz spasiya her kesê ku piştgirî daye kir û wiha got:

"Bêguman, xebatên me mehek berê dest pê kirin. Me bi şev û roj li qadê ligel birayên xwe xebat meşandin. Ji ber piştgirî û keda ku di vê pêvajoyê de dane, ez spasiya hemû birayên xwe dikim. Lewra di pêvajoya meha dawî de, me bi fikirîna her hûrguliyê xebatên xwe plan kirin. Ligel navenda bajêr, em heta navçe û gundan jî bi wesayîtên anonsê gelê xwe vedixwînin. Li gelek deverên bajêr me branda û afîşên xwe daliqandin; bi broşur û afîşan em gihîştin hemû welatiyan û xebata vexwendinê meşand. Di kêleka vê de, me serdana nûnerên saziyên sivîl (STK), rûsipî û kesayetên naskirî yên civakê jî kir û ew vexwendin çalakiya xwe."

"Em ji gelek deverên Diyarbekirê îmkana çûnûhatina belaş pêşkêşî gelê xwe dikin"

Îbrahîm Yaz diyar kir ku ji bo welatiyên ku dê ji gelek deverên Diyarbekirê werin qada çalakiyê, derfeta veguhastina belaş hatiye amadekirin û wiha got: "Me ji bo gelê xwe yê ku dê sibê ji gelek nuqteyan were qadê, amadekariyên çûnûhatina belaş temam kirin. Gelê me dikare li herêmên xwe herin nuqteyên diyarkirî û ji wir bi awayekî belaş bigihîjin qada bernameyê."

"Em hemû gelê xwe vedixwînin çalakiya Mewlûda Nebî"

Yaz di dawiya axaftina xwe de bang li hemû welatiyan kir û wiha got: "Me hemû amadekariyên xwe bi piranî qedandin. Bi îzna Xwedê dê sibê hemû xebatên me bi dawî bibin û qad ji bo mazuvaniya gelê me amade bibe. Em hemû gelê xwe vedixwînin çalakiya me ya bi temaya 'Rêberê Yekîtî û Rizgariyê Hezretî Mihemed'. Ji bo ku em vê hewaya manevî bi hev re bijîn, bibin hevparê vê coşa mezin û di heman demê de li dijî dijminên Îslamê û emperyalîstan dîmenekî yekîtî û bihevrebûnê nîşan bidin, em bang li hemû gelê xwe dikin."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vakfê Yetiman ra seba aktiviteyê mewlidi dawet
Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar
5emîn Kongreya Asayî ya Teşkilata Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Hat Lidarxistin
Êşa ku di êrîşên li ser dibistanan de hatiye jiyîn êşa hemû Tirkîyeyê ye
ÎTTÎHADUL ULEMA derheqê êrîşên li ser dibistanan ên li Riha û Mereşê de daxuyanî da