Qamyona çopê bû sedema mirina dêyekî û birîndarbûna kurê wê

Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê dayîka ku kurê xwe ji mektebê stand û dixwest ku di rê de derbasî alîyê dinê bibe, ji ber ku qamyona çopê li wan xist dê canê xwe ji dest da, kurê wê jî birîndar bû.

Qeza, li ser Ceddeya Yenîhala navçeya Rezan pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin dê M.A kurê xwe M.A. ji mektebê standîye û li ser Ceddeya Yenîhalê dema ku xwestîye derbasî alîyê dinê bibe qamyona çopê ya bi plaqeya 07 AAC 841 li wan qelibîye.

Bi tesîra lê xistina qamyonê dê û zarokê wê bi metreyan di bin qamyonê de hatine kaşkirin.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Hat îfadekirin ku mirovên derdorê bi wesayîtên xwe zarok gihandine nexweşxaneyê lê ekîbên tenduristîyê îfade kirine ku dê M.A. li cîhê qezayê canê xwe ji dest daye.

Şofêrê qamyonê hat binçavkirin û hat ragihandin ku rewşa zarok giran e.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê