Qassamê peyama berê ya Ebû Ubeydeyê parvekir: “Silav ji sebr û berxwedana we re…”

Piştî ragihandina agirbestê, Tûgayên Qassam di destpêka Tofana Eqsayê de peyama Berdevkê Tuxayan Ebû Ubeyde ji nû ve parve kir.

Tûxayên Qassam piştî peymana agirbestê ya li Şerîda Xezzeyê hat ragihandin di wêneyekî ku li ser kanala Telegramê hat weşandin de Berdevkê Ebû Ubeyde û daxuyaniya berê ya wî parve kir.

Di peyama Ebû Ubeyde ya destpêka Tofana Aksayê de ev tişt hatin nivîsandin:

“Ji bo sebir, sekn û berxwedana we ya li hemberî zilmê silav ji we re.

Bila rihê şehîdên me, zarokên me yên bêguneh û gelê me yê bindest şad be.

Silav li ruhên we yên ku wê rojekê li ezmanên Qudsa rizgarkirî û Mescîda Eqsayê ku ji qirêjiya qatilên we paqij bûne rabin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno