Qatar li Hewlêrê konsulxane vedike

Balyozê Iraqê yê Qatarê û Serokê Berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hevdîtin kirin. Di hevdîtina ku hat kirin de Balyozê Iraqê Yê Qatarê Sulaiti destnîşan kir ew dixwazin li Hewlerê konsulxane vekin.

Têkilî û pêwendîyên Herêma Kurdistanê her ku diçe bi welatên cîran û yên lÎ derdorê re pêşve diçe.

Di vê bergehê de Balyozê Iraqê yê Qatarê Xalid Bîn Hemed el Sûlaîtî û Serokê Berê yê Herêma KurdÎstanê Mesûd Marzanî hevdîtin kirin.

Hevdîtin li navçeya Selahaddîn hat kirin.

Di hevdîtina ku hat kirin de hat destnîşankirin, Balyozê Iraqê yê Qatarê Xalid Bîn Hemed el Sûlaîtî vekirina Konsulxaneya Qatarê ya li Hewlêrê anîye ziman û Barzanî jî bersiveke musbet û erênî daye vê telebê.

Derbarê mijarê de ji teref Ofîsa Barzanî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin, di hevdîtina ku hat kirin de ji bilî meseleya vekrina konsulxaneyê her wisa pêwendîyên dualî jî hatin xeberdan. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kürdistan Haberleri

Di şewata ku li bazara dîrokî ya Kerkûkê derket de gelek dikan şewitîn
Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ne diyar e
Serokê Herêma Kurdistanê dê îro biçe Tehranê
4 işçi öldü, 2 kişi yaralandı
4 karkera canê xwe ji dest dan