Qedexeya derketina derve li Heseke û Qamîşliyê: Peymana Şam-HSDê dikeve meriyetê

Qedexeya derketina derve li bajarên Heseke û Qamîşlî yên li bakur-rojhilatê Sûrîyeyê hatiye ragihandin.

Biryara ferzkirina qedexeya derketina derve bi destpêkirina pêkanîna peymana di navbera hikûmeta Şamê û HSDê de ku tê de entegrekirina saziyên rêxistinê di nav avahiya dewletê de tê kirin re hevdem e.

Her ku çalakiyên ewlehiyê li bakur-rojhilatê Sûrîyeyê zêde dibin, yekîneyên ewlehiyê yên navxweyî yên girêdayî HSDê li bajarên Heseke û Qamîşlî qedexeya derketina derve ragihandin. Tê gotin ku ev biryar beşek ji merhaleya yekem a rêkeftina di navbera hikûmeta Şamê û HSDê de ye.

Li gorî daxuyaniyê, qedexeya derketina derve dê li Hesekê ji saet 6:00 sibê heta 6:00 êvarê bidome. Li gorî agahiyan, biryar e ku tedbîrek wisa roja Sêşemê li Qamîşlî jî were sepandin. Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku ev biryar "ji bo garanîkirina ewlehî û aramiya giştî" hatiye dayîn.

Çavkaniyên ewlehiyê yên herêmî ragihandin ku Merwan el-Elî, fermandarê Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê, serdana navendên ewlehiyê yên girêdayî HSD li Qamîşlî kiriye. Li gorî agahiyan, armanca serdanê hevrêzkirina pêvajoya veguheztinê li ser erdê bû. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Emrîka û rejîma sîyonîst şikestinek mezin xwarin
Ji ber barîna zêde cotkar nikarin dermanê zeviyên xwe birêjin
Vora ra raya 82 cayanê bınayışi ameye gırewtene
Berfeke zêde dibare
Îsota ku ji zeviyê bi 7 lîreyan tê girtin, li Diyarbekirê bi 200 lîreyan hat firotin