Qeredaxî: “Mesulîyetên mezin ên alimên Misilmanan hene”

Serokê Yekîtîya Alimên Îslamê yê Cîhanê Prof. Dr. Ali Muhyiddin Qeredaxî, bal kişand ji bona ku qetlîama li Xezzeyê dawî bibe divê alimên Misilmanan tevbigerin.

Serokê Yekîtîya Alimên Îslamê yê Cîhanê Prof. Dr. Ali Muhyiddin Qeredaxî ku beşdarî bernameya “Lêgerîna Ewlehî û Ragihandina Cîhana Îslamê” ku di bin malvanîya Zanîngeha Teknolojî û Zanyarîya Îslamê ya Entabê de hat tertîpkirin bû û ji ÎLKHAyê re daxuyanîyan da.

“Divê di her meseleyê de em bibin mînak”

Qeredaxî di axavtina xwe de derheqê mesulîyeta aliman a li Xezzeyê de daxuyanî da û weha got, “Rastî eve ku; mesulîyeta alimên Misilmanan a li ser gelan mezin e. Divê ew û bi tevî xwe gelan jî tevbigerînin. Divê ew di berxwedanê de bibin mînak, di fedekarîyê de bibin mînak, di camêrtîyê de bibin mînak, di xwepêşandanan û her meseleyê de bibin mînak. Çîmkî ev, mîrasa Pêxemberan e. Meseleyekî dinê jî eve ku bi rastî me di Yekîtîya Alimên Îslamê yê Cîhanê de ji ummeta Îslamê re 9 heb proje û pêşnîyaran pêşkêşî kir. Encax mixabin ummeta me ji van pêşnîyaran re bersivê nedan. Bi îzna Xwedê ew ê rojekî bersivê bidin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar