Qessam, bi kemînên bûbîyê îşxalkeran kuşt û birîndar kir

Tûgayên Qessam, daxuyand ku ew li Taxa Zeytûnê di nav du tinel û xanîyekî de kemînek çêkirin, di encama teqîna wan kemînan de gelek leşkerên îşxalker mirar û birîndar bûn.

Li Xezzeyê berxwedan berdewam dike.

Wehşeta ku îşxalkeran li dar dixin bê ceza namîne.

Tûgayên Qessam, di gelek cepheyan de çalakîyên xwe didomîne.

Micahîdên Qessam, çalakîyên xwe ne ku tenê bi çekên giran û sivik didomînin, ew wesayîtên îşxalkeran jî bi roketan hedef digrin.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Tûgayên Qessam ve hat belavkirin de, micahîdan, li Taxa Zeytûnê di têketina du tinelan de kemînên bûbîyê li dar xistine, dema ku leşkerên îşxalker dikevin nav tinelê, tinel diteqe.

Xeyn ji van çalakîyan micahîdan kemînekî jî di avahîyekî de tertîp dikin, di wê kemînê de jî leşkerên sîyonîst dema ku dikevin hindir ew bombe tê teqandin û gelek terorîst dimrin û birîndar dibin.

Micahîdên Qessam dîsa li Taxa Zeytûnê 3 wesayîtên îşxalkeran bi roketên “Yasîn 105”an hedef girtin û tankekî Merkavayê jî bi bombeya “Şawaz”ê îmhe kirin.

Hat daxuyandin ku micahîdan li Taxa Zeytûnê yekîneya pîyade ku ew 5 heb bûn, bi bombeyên dijî-personelê hedef girtin. Dîsa di van çalakîyan de gelek sîyonîst mirar bûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li peravên Îzmîrê 186 koçber hatin qefaltin
Çapemenîya îşxalê: HAMAS hûnerên xwe pêşve dibe
52 tirên ku alîkarî bar dikirin ketin nav Refahê
Li Colemêrgê mînîbûs teqle avêt: 8 birîndar
Xwendekarê ku diçe sinifa 8em mamosteyê xwe kêr kir