Qessam ji îşxalê re peyam şand: Hûnê di kolanên Xezzeyê de bişewitin!

Tûgayên Qessam ku li Xezzeyê bi berxwedanekî bi nav û deng çok li îşxalkeran datîne erdê, bi vîdeoyeke nû ku weşandîye bal li ser qerartîya micahîdan kişand.

Tûgayên Qessam, vîdeoyekî bi navê “Hûnê bişewitin” belav kirin û di vîdeoyê de qabilîyeta micahîdan û lêxistina wesayîtên îşxalê hat nîşandan.

Di vîdeoyê de, ji serê herbê vir ve wesayîtên îşxalkeran ku ji teref micahîdan ve hatine îmhekirin cîh girt.

Di vîdeoyê de weha hat gotin, “Hûnê dikaribin bikevin kolanên Xezzeyê encax hûnê ji ber qerartîya şervanên me daîma di kolanan de bişewitin.”

Ev vîdeoya ku hat weşandin piştî operasyonên ku Tûgayên Qessam li Taxa El Zanaya Xan Yûnisê 9 îşxalkeran kuştine, yên dinê jî birîndar kirine, li Taxa El Emelê jî 5 îşxalkerên dinê kuştine hatîye belavkirin.

Di heman demê de artêşa îşxalê jî daxuyandibû ku li Xan Yûnisê ji ber ku ew nikarin li ber Qessam bisekinin xeyn ji tabûrekî wan hemû tabûrên xwe vekişandibûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê