Qessam li Refahê kemînên “Derîyê Cehennemê” danît

Baskê leşkerî yê Hamasê Tûgayên Qessam, dîmenên derheqê kemîna ku li Refahê li dijî leşkerên sîyonîstan lidarxistibûn parve kir.

Di vîdeoya ku ji teref Tûgayên Qessam ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku kemîn Pêncşema meha 8ê Gulanê hat lidarxistin.

Dîmen bi hedefgirtina yekîneya endezyar a artêşa îşxalê dest pê dike. Di operasyonê de gelek fuzeyên dijî-personel û dijî tankê hatine bikaranîn û bi van guleyan bana avahîyê hinek hildiweşe. Di encamê de hinek leşkerên sîyonîst dimrin û birîndar dibin.

Operasyona duyemîn jî bi hedefgirtina leşkerên sîyonîstan a bi teqemenîyên bilind dest pê dike. Di wê kemînê de jî gelek leşker dimrin û birîndar dibin.

Di dîmenan de tê dîtin ku micahîdên qessam berîya ku terorîstan hedef bigrin wan di nêz de teqîp dikin.

Di dema operasyona duyemîn de jî micahîdekî Tûgayên Qessam dibêje, “Tûgayên Refahê ew ê ji bo îşxalkeran cehennembûna xwe bidomîne.”

Hat îfadekirin ku di encamê de çawîşê Yekîneya Baraka 18emîn û Tabûra Endezyarî ya 605emîn Yishai Elyakim Orbach û Çawîş Yam Farîdê girêdayê Tûgayê Golanî jî mirîye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin