Qessam: Micahidên me leşkerên îşxalkeran ji mesafeya sifirê ve kuştin û birîndar kirin

Tûgayên Qessam, li başûrê Xezzeyê operasyonek li dar xistin, di operasyona ku di mesafeya sifirê de hat kirin de leşkerên sîyonîstan mirin û birîndar bûn.

Qessam, li ser hîsaba xwe ya Telegramê daxuyanî da, got ew doh di dema esrê de li derdorê Taxa “Dibistana Er-Rahbât el-Vardiyye” ku li Taxa el-Hewayêye operasyonek li dar xistin û derheqê operasyonê de agahî da.

Qessam, ragihand ku li dijî wesayît û leşkerên ku di nav dibistanê de xwe bi cîh kirine ji mesafeya sifirê ve gule reşandine û bombeyan avêtine.

Tûgayên Qessam, di berdewama daxuyanîya xwe de weha got:

“Komek ji micahîdan, bombeyên vakumê avêtin nav wesayîta bizirx a balgirê leşkeran, mirettebatên wan kuştin û birîndar kirin. Bi tevî vê operasyonê tankekî Merkawayê jî bi ‘Çalakîya Fedaî”yê hat îmhekirin. Micahidên me dîtin ku helîkopteran ji bona ku birîndaran tehlîye bikin hatine herêmê.”

Hat destnîşankirin ku Tûgayên Qessam, li Taxa El-Sabrayê li nêzê Kolana 10emîn tankekî Merkawayê bi mayîna bejahîyê teqandine. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno