Qeterê pêşniyara agirbestê ya rejîma îşxalker ji HAMAS’ê re ragihand

Qeterê pêşniyara agirbesta rejîma îşxalker a siyonîst li Xezzeyê ji rayedarên Tevgera Berxwedana Îslamî ya HAMASê re ragihand.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Mecîd Bin Muhammed el-Ensarî di daxuyaniya xwe ya li Dohayê de diyar kir ku wan pêşniyara agirbestê pêşkêşî HAMASê kiriye ku tê de şertên ji bo çareserkirina aloziyê yên ji aliyê Serokê Emrîqayê Joe Biden ve hatine pêşniyarkirin, hene.

Ensarî weha got, "Weke navbeynkar me pêşnûmaya Îsraîlê ku tê de prensîbên Serokdewlet Joe Biden destnîşan kiribû, wergirt û piştre jî ev pêşniyar ji HAMASê re şand. Di belgeyê de niha ji berê nêzîktirî helwesta her du aliyan nîşan dide. Em niha her tiştî dikin. Mumkin e ku lihevkirinek çêbibe."

Berî niha Biden şert û mercên pêşnûmeya nû ya agirbestê ku ji sê merhaleyan pêk tê pêşkêş kiribûn û HAMASê jî ragihandibû ku wan ev pêşniyar maqûl dibînin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê