Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye

Ji ber ku em dikevin 413emîn roja qirkirina ku ji teref siyonîstên îşxalker ve li Şerîda Xezzeyê tê kirin de, êrîşên esmanî û topan li herêmên curbecur berdewam dikin.

Di encama êrîşa siyonîstên îşxalker de komek Filistînî li nêzî Firna Eş-Şerq a li rojavayê Xezzeyê, girtiyê berê Murad Avad Er-Recub ku ji El-Xelîlê sirgûnî Şerîda Xezzeyê bû jî di nav de 4 kes şehîd bûn û gelek kes birîndar bûn.

Di encama gulebarana topxaneyên siyonîstên îşxalker li bakurê rojhilatê bajarê Xan Yûnisê de kesek şehîd bû û gelek kes jî birîndar bûn.

Li derdora benzînxaneya Behlûlê ya li Taxa Et-Tuffah a li rojhilatê Xezzeyê êrîşa hewayî hat lidarxistin.

Ji helîkoptera sîyonîstên îşxalker bi çekên otomotîk gule ber bi rojhilatê kampa Cîbaliya li bakurê şerîda Xezzeyê hat berdan.

Hêzên deryayî yên îşxalker li peravên Xezzeyê gule li keştiya masîgiran reşandin. Di encama hedefgirtina siyonîstên îşxalker de li nêzî benzînxaneya Ebû Halîme ya li kolana Eş-Şîfa ya li rojavayê bajarê Xezzeyê komek Filistînî şehîd bûn.

Balafirên şer ên îşxalê li dijî bloka 12 a li rojhilatê Kampa El-Bureyc a dikeve navenda Şerîda Xezzeyê êrîşeke hewayî pêk anîn.

Di êrîşa balafirên îşxalê yên piştî nîvê şevê li dijî konên ku koçberên li herêma Mevasî Xan Yûnûsê lê bi cih bûne de 3 kes şehîd bûn. Hat diyarkirin ku di êrîşê de 2 ji şehîdan dayîk û keçik in û bav jî birîndar bûye.

Komeleya Heyva Sor a Filistînê ragihand ku di êrîşa artêşa îşxalker a li navenda bajarê Refahê de ku 7 kes şehîd bûn, 2 şehîd ji bin xirbeyê hatin derxistin.

Bombeyên ku ji balafirên keşfê yên bêmirov ên îşxalkeran li Nexweşxaneya Kemal Advan hatin avêtin bû sedema birîndarbûna xebatkarên nexweşxaneyê. Hat hînbûn ku rewşa yek ji birîndaran giran e.

Bombeyên ku ji balafirên keşfê yên bêmirov ên îşxalkeran li Nexweşxaneya Kemal Advan hatin avêtin bû sedema birîndarbûna xebatkarên nexweşxaneyê. Hate hînbûn ku rewşa yek ji birîndaran giran e.

Çavkaniyên nexweşxaneyê diyar kirin ku di êrîşa îşxalê de jeneratora ceyranê bi giranî zerar dîtiye, hemû yekîneyên nexweşxaneyê bi jeneratora navborî dixebitin û alternatîfa jeneratorê tune ye û îmkana temîrkirina jeneratorê jî nemaye.

Balafirên îşxalê malên mayîn ên li Kampa Cîbaliye gulebaran kirin. Di êrîşa li dijî maleke malbata El-Hur a li herêma Kampa-5 a li bakurê En-Nuseyrat a dikeve navenda Şerîda Xezzeyê de 5 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar