Qlûba Êsîrên Fîlîstînî: Îşxal, cenazeyên 17 êsîran di destê xwe digre

Qlûba Êsîrên Fîlîstînî daxuyand ku rejîma îşxalker 17 cenazeya êsîrên ku piştî 7ê Cotmehê bi îşkenceyan wan qetil kiribû di destê xwe de digre.

Di daxuyanîya ku ji teref Qlûba Êsîrên Fîlîstînî ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku di destê rejîma îşxalker de cenazeya 17 êsîrên Fîlîstînîyan heye.

Hat destnîşankirin emrê herî mezên êsîrê ku hatîye qetilkirin Enîs Dewleyê ku ji sala 1980an vir ve di nav zindanên îşxalê de ye, yên dinê jî êsîrên ku ji sala 2018an vir ve ketine nav zindanên îşxalê de ne nenin.

Di daxuyanîyê de bal hat kişandin 6 cenazeya êsîrên ku ji 7ê Cotmehê vir ve bi îşkenceyan hatine qetilkirin jî di destê îşxalkeran de ne, bal hat kişandin ku rejîma îşxalker derheqê hejmarê êsîrên şehîd û aqûbeta wan de ti agahîyek nade.

Li gorî Rêxistinên Civakî yên Sîvîl ên ku derheqê rewşa êsîrên Fîlîstînîyan de eleqeder dibin, ji 7ê Cotmehê vir ve tenê li Şerîaya Rojavayê 4 hezar û 575 Fîlîstînî hatine êsîrgirtin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno