Quds dilê ummetê ye û rizgarîya wê jî ji yekîtî û digelhevîyê derbas dibe

Alimên ku beşdarî panela bi navê “Quds û Mesûlîyeta Me” bûn destnîşan kir Quds dilê ummetê ye û rizgarîya wê jî ji yekîtî û digelhevîyê derbas dibe.

Quds dilê ummetê ye û rizgarîya wê jî ji yekîtî û digelhevîyê derbas dibe

Piştî ku Quds ji teref Amerîkayê emperyalîst ve wek paytexta sîyonîstên îşxalker hat îlankirin re li Diyarbekirê ji teref Yekîtîya Alim û Medreseyan ve bi beşdarbûna gelek alimên herêmê paneleke bi navê “Quds û Mesûlîyeta Me” hat tertîpkirin. Alimên ku beşdarî panela bi navê “Quds û Mesûlîyeta Me” bûn destnîşan kir Quds dilê ummetê ye û rizgarîya wê jî ji yekîtî û digelhevîyê derbas dibe.

 “Quds muqaddesata Mislimanan e”

Şêx Evdirrehmanê Heznewîyê ji alimên Sûrîyeyî derbarê girîngî û ehemmîyeta Qudsê de destnîşan kir Quds muqaddesata Mislimanan e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Qudsa ku di bin îşxala sîyonîstan de ye muqaddesata Mislimanan e û meseleyeke me ya girîng e.”

 “Wehdeta aliman a xelkê ye”

Evdirreham Ozekîncîyê ji endamên Îttîhadul Ulemayê yê ku beşdarî panelê bûbû derbarê mijarê de diyar kir tertîpkirina bernameyên bi vî awayî gelekî xweş e û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “ Nexasim li vê derê kombûna aliman û ji teref wan ve dayîna peyama yekîtî û digelhevîyê pir xweş e. Lewra xelk li aliman dinêre, ger alim yek bin ev yekîtî ya xelkê ye. Bi gotineke din wehdeta aliman a xelkê ye.”

 “Ji teref cihûyan ve îşxalkirina Qudsê tê maneya tu qedr û qiymeta me nemaye”

Naîf Muhammedê ji alimên Sûrîyeyî jî derbarê mijarê de qala girîngîya Qudsê kir û dû re derabrê mijarê de hest û ramanên xwe wisa anî zimên: “ Em wek ummet di xew de ne, divê em hişyar bibin û bi xwe ve bên û bibin  yek. Quds di bin îşxalê de ye. Ji teref cihûyan ve îşxalkirina Qudsê tê maneya tu qedr û qiymeta me nemaye.”

“Bo me Quds dilê ummetê ye”

Mustafa Durgunê endamê Îttîhadul Ulemayê qala ehemîyet û giringîya Qudsê ya bo ummetê kir û dû re wiha got: “Bo me Quds dilê ummetê ye. Sedema dagirkirina me ya maddî û manewî ya ku ji teref kafiran ve tê kirin ji Qur’an û Sunnetê dûr ketina me û îxtîlafên di nav me de ne. Xilasîya me encax bi girtina rêya Qur’an û Şerîatê  û tesîskirina wehdetê ye.”

ÎLKHA




























 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Cizîrê germahiya herî zêde ya 55 salên dawî bi 49.4 pileyî hat jiyîn
Li Kelha Zêrzewanê Çalakiyek Çavdêriya Asîman Hat Lidarxistin
Tûgayên Qessam navenda fermandariyê ya îşxalê bombebaran kirin
Trump: Hamas nikare li Xezzeyê bimîne
Li Endonezyayê di mezinahîya 6,5an de erdhejek pêk hat